Di navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de krîza Ayasofyayê 2017-06-23 10:45:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî li Ayasovyayê Bernameya Taybet a Şeva Qandîlê hat lidarxistin, Yekitiya Dêrên Ewropayê (CEC) nerazîbûn nîşan da û aşkera kir ku "Nirxên herî pîroz ên mirovahiyê ji bo berjewendiyên siyasî tên bikaranîn". Li ser vê bertekê, Wezareta Karên Derve ya Tirk jî Yewnanistan şermezar kir. Bi beşdariya Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Golmez, li Ayasofyayê Şeva Qendîlê hatibû pîrozkirin, li ser vê Yekitiya Dêrên Ewropayê (CEC) ku mezhebên Ortodoks û Protestan ên Yewnanistanê jî endamên wê ne, bertekekî tund dabû nîşan. Li gorî nûçeya Deutsche Welle ya Tirkî; CEC'ê li navenda xwe ya li Brukselê daxuyanî daye û şahiya li Ayasofyayê wekî "Nirxên herî pîroz ên mirovahiyê ji bo berjewendiyên siyasî bi kar tînin" pênase kiriye. Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê jî daxuyaniyek dabû û ev tişt gotibû: "Em xwendina Quranê û îbadeta ji hêla Serokatiya Karên Diaynetê ya li Ayasofyayê pêk aniye û bi rêya televîzyonê ev weşandiye, şermezar dikin." Wezareta Karên Derve ya Tirk jî bersiv da Yewnanisanê û got ku ew jî daxuyaniya Yewnanistanê şermezar dikin. AYASOFYA ÇIMA GIRÎNG E? Dêra Ayasofyayê di serdema Împaratoriya Bîzansê de hatiye avakirin û dêra herî mezin a li Stenbolê ye, ev dêr ji bo Xiristyanên Ortodoks xwedî taybetmendiyekê ye. Çêkirina Ayasofya di sala 537'an de qediya ye, piştî Stenbol ket destê Osmaniyan, ev dêr veguherandin mizgeftê, di serdema Komarê de wekî muze hat amadekirin û ji ziyaretan re hat vekirin. Piştî nîqaşên wekî dê Ayasofya dîsa wekî mizgeft bê bikaranîn, di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de krîzê dest pê kir.