Li Edeneyê operasyon: 31 kes hatin binçavkirin 2017-06-23 10:54:43 EDENE - Di saetên serê sibehê de bi piştgiriya helîkopteran li Edeneyê operasyon pêk hat û 31 kes hatin binçavkirin. Bi piştgiriya hewayî li Endeneyê serdagirtinên malan pêk hatin. Berî operasyonê, maşîneyên zirxî tax dorpêç kirin. Di serdagirtinan de deriyê gelek malan hatin şikandin û mal serobin kirin. Di serdagirtinan de 31 kes hatin binçavkirin. Welatiyên sedema binçavkirinên wan nehatin zanîn, li Miduryeta Polîsan a Bajêr tên girtin. Jinek bi zaroka xwe ya piçûk ve hat binçavkirin.