Mirov li Tirkiyeyê baweriyê bi çapemeniya îktîdarê nînin 2017-06-23 11:19:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Di Rapora Nûçeyan a Dîjîtal a Ensîttuya Xebatên Rojnamegeriya Reutersê a girêdayî Zanîngeha Oxfordê hat destnîşan kirin ku ji sedî 60 raya giştî ya Tirkiyeyê baweriya xwe bi nûçeyên çapemeniya îktîdarê nînin û berê xwe didin medya civakî. Ensîttuya Xebatên Rojnamegeriya Reutersê ku di bin banê Zanîngeha Oxfordê xebatê dike, her sal rapora Nûçeyên Dîjîtal diweşîne. Enstîtuyê 6'emîn rapora xwe weşand û encama wê diar kir. Li gorî raporê ji sedî 60 welatiyên Tirkiyeyê baweriya xwe bi nûçeyên çapemeniya îktîdarê nînin. Di xwebata hat kirin de, hat dest nîşan kirin ku çapemeniya alîgir bi giştî di bin kontrola hikûmetê de ye û ji ber ve yekê welatî berê xwe didin medyaya civakî. Di raporê de hat diyar kirin ku beşdarên difikirin ku nûçeyên li Tirkiyeyê ji naveroka xwe ya siyasî hatine valakirin û li gorî sala çûyî rêjeya vê ji sedî 9 paşve çûye û bûye ji sedî 20 û rêjeya nûçeyên bazirganiyê jî ku ji naveroka xwe hatiye valakirin, li gorî sala par ji sedî 4 paşve çû ye û bûye ji sedî 23'ê. CÎHAN BAWERIYA XWE BI ÇAPEMENIYA ÎKTÎDARÊ NÎNE Li gorî raporê, di cîhanê de ji bo mirov nûçeyan bixwînin, ji sedî 54 berê xwe didin medyaya civakî û mirov bi giştî baweriya xwe bi nûçeyên medyaya îktîdarê nînin. Di raporê de hat ragihandin ku li 36 welatan 70 hezar mirov nûçeyan dişopînin û ji van 33'ê jê baweriya xwe bi rastiya nûçeyan nînin. Di anketa hat kirin de herî zêde Yunan baweriya xwe bi medyaya civakî tînin.