5 siyasetmedar sewqî dadgehê kirin 2017-06-23 15:34:05 AMED - 5 endam û rêveberên TJA, KCD, DBP, HDP û HDK'ê yên li Amedê hatin binçavkirin sewqî dadgehê kirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komara Amedê de di 14'ê Hezîran de li gelek navendan li dijî endam û rêveberên TJA, KCD'ê, DBP'ê, HDP'ê û HDK'ê operasyon pêk hatin û di operasyonan de, ji 6 kesên hatin binçavkirin, 5 jê piştî lêpirsîna wan a midûriyeta polîsan sewqî Dadgeha Amedê kirin. Rawestîna 5 siyasetmedarên kurd a li dozgeriyê didome. Rawestîna siyasetmedar Ercan Arslan, Ayşe Gokkan, Gul Kiziltaş, Ayşe Yagci, Yuksel Baran a li dozgeriyê didome. DUH 5 SIYASETMEDAR HATIN GIRTIN Di çarçoveya lêpirsînê de duh jî Abdurrahman Baran Dag, Sîbel Îldan, Mehmet Guzel, Zeynep Altinkaynak, Sara Aktaş, Selahattîn Kaygusuz, Cengîz Sokmen, Hasan Înatçi, Salîh Keleş, Paşa Şeker û Nalan Guzen sewqî dadgehê hatibûn kirin û bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Şahcan Tunel, Kerem Duruk, Hanim Aydin, Ebubekîr Budak, Evren Ortaç, Helbest Îlkan û Necla Nergîz bi şertê "Kontrol kirina dadî" serbest hatin berdan.