Li Sûrê cara dawî sifreya ruyê erdê hat raxistin 2017-06-23 21:13:32 AMED-Sifreya ruyê erdê ku li hemberî rûxandina li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê ji bo piştevaniya gel dihat raxistin, vê êvarê bi beşdarbûyîna gelek welatiyan cara dawîn hat raxistin. Sifreya ruyê erdê ku li hemberî rûxandina li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê ji bo piştevaniya gel bi pêşengiya Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na dihat raxistin, vê êvarê bi beşdarbûyîna gelek welatiyan cara dawîn hat raxistin. Sifreya dawîn ji aliyê TMMOB'ê ve li Kuçeya Karabûlûtê ya Taxa Alîpaşayê hat raxistin. Tevî endamên platformê bi sedan welatî li ser sifreyê rûniştin. Beriya fitariyê niştecihên taxê û endamên platformê sifre raxistin û xwarin belav kirin. Piştî fitariyê pakêtên diyariyê yên şekirê cejnê û pirtûkên çîrokan tê de li zarokan hatin belavkirin.