Li Midyadê du malbat pevketin: 2 kes mirin 2017-06-23 22:31:05 MÊRDÎN - Li Midyadê du malbatan pevketin. Di şerê ku çek hat bikaranîn de 2 kes mirin. Li Taxa Sanayiyê ya Midyadê ya Mêrdînê du malbatan pevketin. Di bûyerê de 3 kes birîndar bûn. Jina bi navê Emîne Acar (23) û bavê wê Haydar Acar (63) bi giranî birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê. Li gel hemû mudaxileyan jî bav û keça xwe mirin. Her wiha di bûyerê de kesekî ku navê wî nehat zanîn jî bi giranî birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê tê tedawîkirin. Nehat zanîn ku ji ber çi her du malbat pevketine û her wiha hin kesine di bûyerê de cih girtine reviyane. Derbarê buyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.