'Edaletê' xêz dike: Herî zêde pêdiviya jinan pê heye 2017-06-24 09:04:49 MÊRSÎN - Wênesaz Hacer Salman ku beşdarî "Çalakiya Hizirînê" ya ku li Mêrsînê ji bo Meşa Edaletê hat destpêkirin bû, lêgerîna xwe ya ji bo edaletê bi wêneyên ku çêdike tîne ziman. Salman, diyar kir ku herî zêde pêdiviya jinan bi edaletê heye. Piştî ku bi pêşengiya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ji Enqereyê ber bi Stenbolê ve Meşa Edaletê hat destpêkirin, niha jî li gelek deverên Tirkiyeyê welatî bi çalakiyên cuda piştevaniya meşê dikin. Li Mêrsînê CHP'ê li Qada Aştiyê "Çalakiya Hizirînê" da destpêkirin. FIRÇEYA XWE LI DIJÎ AKP'Ê BI KAR TÎNE Wênesaz Hacer Salman ku di çalakiyê de cih girt, bi wêneyên ku xêz dike lêgerîna xwe ya ji bo edaletê tîne ziman. Salman, diyar kir ku ew bi salan e bi firçeya xwe wêneyên cuda çêdike û niha jî ew firçeya xwe li dijî AKP'ê bi kar tîne. Salman, anî ziman ku ew li dijî pêkanîn û derhuqûqiyên hikûmetê daxwaza edaletê dike. Salman wêneyê jina ku edaletê temsîl dike xêz kir û got ku ew dixwaze bi vî awayî balê bikişîne ser derhuqûqiyên li welat. Salman wiha got: "Dixwazim li vir bi hunera xwe li dijî pergala beêedaletiyê, îktîdar û dîktatoriya AKP'ê rawestim. Li vir, di çalakiyê de ez wêneyê jina ku edaletê temsîl dike û çavên wê girtî û di dest wê de mêzîn heye xêz dikim. Ev wêne huqûqnasên me yên ku di çarçoveya huqûqê de wekhev nêzî her kesî dibin temsîl dike. Wek jinekê ez li vir li dijî derhuqûqiyan sekna xwe nîşan didim." 'LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ LI QADÊ ME' Salman, anî ziman ku ji ber polîtîkayên hikûmetê di pêvajoya dawîn de gelek mirov hatine mexdûrkirin, tên binçavkirin û girtin. Salman, dest nîşan kir ku di vê pergalê de herî zêde jin tên eciqandin û mexdûrkirin. Salman got ku beriya her tiştî ew wek jinekê ji bo keda xwe, wekheviyê û ji bo li dijî dagirkeriyê raweste li qadê ye. 'HERÎ ZÊDE PÊDIVIYA JINAN BI EDALETÊ HEYE' Salman, diyar kir ku li Tirkiyeyê herî zêde pêdiviya jinan bi edaletê heye û wiha axivî: "Li vî welatî neheqî li jinan tê kirin, dibin qurbanên cinayetan. Jinên neçûne dibistanan hene, gelek jinên ku nikarin dengê xwe ragihînin hene. Jin tê wateya civakê, jin tê wateya perwerdehiyê, jin tê wateya perwerdehiya civakê. Beriya her tiştî ez dixwazim aştî, hezkirin û ked bê dîtin."