Reqqa kêlî bi kêlî ronî û azad dibe 2017-06-24 09:33:59 REQQA – Bajarê navenda çand, dîrok û zanistê Reqqa, şûna tarîtiya 5 salan cihê xwe ji ronahiyê re berdide. Ev ronahî jî bi destê şervanên QSD’ê pêk tê. Hêzên QSD’ê gav bi gav bajar ji tarîtiyê ronî dikin. Li Reqqayê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hemleya “Cenga Mezin” li dijî DAIŞ’ê di roja 18’emîn de berdewam dikin. Di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê ve li taxên El Berîd, Qidesiye, Hattîn, Yermuk û Rewda pevçûnên dijwar diqewim in. DAIŞ bi taybetî êrîşî taxên El Berîd û Qidesiyê dike û ji duh ve heta niha li taxan 4 maşîneyên bombekirî hatin teqandin. Li taxa Hattin jî şervan bi pêş ve diçin û hindik maye tax bikeve bin kontrolê Bajarê Reqqayê ku li peravê Çemê Firatê hatiye avakirin, ji rojên dîrokî re şahidiyê dike. DAIŞ ji Reqayê derket û ji roja derketiye heta niha her tim xwîn, girî, zilm û koçberiyê li ser axa Rojhilata Navîn daye ferzkirin. Di şerê nanxweyî yê li Sûriyê de dia dara 2013’an de Reqqa ewil ji aliyê El Nusra ve hat kontrolkirin û yekemîn car rejîmê vî bajarî winda kir. DAIŞ’ê jî di sala 2014’an de Reqqayê desteser kir û li Sûriyê ewil vî bajarî dagir kir. DAIŞ’ê piştî vir li gelek bajarên Sûriyê belav bû. DAIŞ a ku hovîtiya herî mezin li ser vê axê kir Reqqayê jî wek paytexta dewleta Îslamê da îlankirin. DAIŞ REQQA KIR NAVENDA RÊBAZÊN XERAB Serçeteyê DAIŞ’ê Ebûbekîr El Bexdadî xwest kesê baweriya wan bi “Dewleta Îslamê” heye bê li Reqqayê hîcret bike û pişt re ji çar aliyê cîhanê kesên cîhadîst herikîn vir. Reqqa yek ji bajarê ku herî zêde ji komkujî, talankirin, wêrankirin, şewitandin, înfazên komî û gelek pêkanîn xerab re şahidiyê kir. Hêjayî gotinê ye ku DAIŞ’ê, Reqqayê wek bajarê serjêkirin û şewitandina mirovan bi cîhanê da nasîn. Di serî de kantonên Rojava û li tevahiya cîhanê êrîşên hovane ku pêk dihatin hemû li Reqqayê dihatin û tên amadekirin. Vî bajarî wek hêlîna îslama radîkal tê bikaranîn. Jinên êzidî yên ku li sûka bajar hatin firotin hêj bi hezaran jin winda ne. EWIL NUSRA PIŞT RE… DAIŞ a ku ji Reqqayê dihat birêve birin û dixwest hemû bajarên Rojava dagir bike, lê rastî berxwedana dîrokî ya Kobanê hat û piştî rizgarkirina Kobanê çeteyên DAIŞ’ê yek bi yek li ser vê axê têk çûn. Niha jî çeteyên DAIŞ’ê li Reqqayê ji aliyê QSD’ê ve tê tengavkirin û ev bajar li ber rizgariyê ye. REQQAYÊ HILDAN DORPÊÇÊ Di bin sîwana QSD’ê de di 5’ê mijdara 2016’an de hemleya rizgarkirina Reqqayê ya bi navê “Xezeba Firatê” da destpêkirin. Ev hemle bi pêngavên 1’emî, 2’emîn û 3’emîn berdewam kirin û temam bûn. Di qonaxa 4’emîn a pêngavê de ji Tebqayê heta Reqa her der hat rizgarkirin û niha jî çavê hemû kesî li ser rizgarkirina Reqqayê ye. Şervan ji 3 eniyan ve azad dikin. 17 HÊZ HENE Û 'CENGA MEZIN’ BIRÊVE DIBIN QSD a ku ji 17 hêzên leşkerî û hêzên parastinê pêk tê di 6’ê hezîranê de bi daxuyaniyekî dest bi operasyona “Cenga Mezin” kir. Di şerê Reqqayê de ku jin li eniyên pêş ên şer cih digirin, balkêş e ku şervanên enternasyonalîst ên ji welatên Kanada, Swêd, Elmanya, Îngiltere, Îrlanda, Îtalya, Yunanîstan û Polonya jî hatine di nav çeperên şer de cih digirin. BI PÊŞVE DILIN Şervanên QSD’ê ewil ji taxa El Meşleb ve dest bi pêngavê kirin û çeperên xwe qewîn kirin. Şervanan sîng bi sîng pevçûn û piştî pevçûnên dijwar di roja 4’emîn operasyonê de ewil taxa El Meşleb rizgar kirin. Li dû hev taxên Sebehiyê, Sînaa, Battanî, Romanî hatin rizgarkirin û niha jî li bendê ye taxa Hattin wek a 6’emîn bê rizgarkirin. KOM BI KOM REQQAYÎ TÊN RIZGARKRIN Bi rizgarkirina her kolan û avahiyê re dê bi sedan Reqayî ji dîlgirtinê rizgar bibe. Di eniyên rojava û rojhilat de welatî tên rizgarkirin û şervanên QSD wan pêşwazî dikin. Ji zarokan bigire heta kal û pîran welatiyên tên rizgarkirin li cihên ewle tên bicihkirin. Heta îro bi sedan Reqqayî bûn hedefa DAIŞ’ê û di bin navê “Hûn diçin cem mirîdên xwe” dihatin qetilkirin. DAIŞ DERBÊ GIRAN DIXWE Çeteyên DAIŞ’ê ji bo pêşveçûna şervanên QSD’ê rawestîne serî li her rêbazê qirêj dide û bi hemû çekên şer ên giran êrîş dike. Şervanên QSD’ê yên ku guh nadin êrîşên çeteyan, bi biryardariyek mezin bi pêş ve diçin. Di pevçûnan de gelek çeteyên DAIŞ’ê tên desteser kirin û di nav çeteyan de yên ji Rusya, Çeçenîstan, Elmanya, Malezya, Tunus û Libyayê hene. BAJAREKÎ DÎROKÎ YE Reqqa yek ji bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ye û 160 kîlometre dûrî Helebê ye. Berê navê Reqqa wek Kallînîkos jî dihat nasîn. Di sala 639’an de Misliman ji Xirîstiyanan distînin û navê bajêr dikin Reqqa. Xelîfeya Abbasî Harun Reşîd wek paytext vî bajarî bikar dianî û Reqqa wek navenda çand û zanistê jî dihat nasîn. Nêzî mîlyonek şêniyên Reqqayê hene û kurd, ereb, suryanî, turkmen, çerkez û xirîstiyan di nav hev de dijîn. Nazim Daştan - dîhaber