Di şerê li Sakarya de kesek mir 3 birîndar bûn 2017-06-24 10:15:10 SAKARYA - Li Sakaryayê di şerê navabera du koman de kesek mir, 3 kes jî birindar bûn. Li mewkiya derbasoka navenda Arîfiyê ya Sakaryayê di saetên şevê de di navbera du komên qelebax de şer derket. Sedema şer nehat zanîn. Komên ku ji aliyê welatiyên derdor ve hatin veqedandin, dûre ji yek komî bi hêjmarek mezin vegeriyan cihê şer û şer mezin bû. Di vê navberê de 4 ciwanên ku ji cihên xwe yên cûda bi derba kêrê, bi giranî birîndar bûn. Berat Can Sulak ê 22 salî, Serdar Ozturk ê 22 salî, Sefer Acar ê 29 salî û Hasan Keskîn ê 19 salî ku di şer de birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneya Acîlê ya Toyotasa û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedê ya Sakaryayê. Sulak ê ji sing û pişta xwe hat kêr kirin, li Nexweşxaneya Toyotasa li gel hemû hewldanan, jiyana xwe ji dest da. Sê kesên birîndar ji li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Sakaryayê tên tedawî kirin.