Şewat ji ber ceryana qaçax derketiye tu kêmasiya miftî nîne! 2016-12-07 10:54:55 AMED - Di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê têkîldarî şewata kursa quranê ya 6 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn de pêzanê pispor got tu şewat ji ber tesîsata ceryanê ya ne li gorî satndartan derketiye. Di raporê de balkêş e ku ji bo Miftiyê Pasûrê Selahattîn Ozçelîk ê 15 rojan beriya şewatê li kursê kontrol pêk aniye jî tê gotin ku "kêmasiya wî nîne." Li gundê Benînê ya navçeya Pasûra Amedê di 1'ê kanûna 2015'an de li kursa quranê ya girêdayî Miftitiya Pasûrê di şewata ku derketibû de 6 zarok şewitibûn û jiyana xwe ji dest dabûn 6 zarok jî birîndar bûbûn. Têkîldarî bûyerê rapora pêzan a hate amadekirin derket holê. Rapora ku ji aliyê 4 hindekarên Zanîngeha Akdenîzê wekî pêzan hatine tayînkirin ji 21 rûpelan pêk tê û nîşan dide ku karesat çawa gav bi gav hatiye. ÎDIAYA QAYMEQAM PÊKÛTÎ KIR Di şewatê de ji 23 xwendekaran 6 xwendekar şewitibûn û jiyana xwe ji dest dabûn, 6 xwendekar jî birîndar bûbûn. Avahiya ku wekî mizgeft, mala şînê û Kursa Quranê dihat bikaranîn gundiyan bi derfetên xwe ve çêkiribûn. Hatibû îdiakirin ku Miftitiya Pasûrê ruhsata kursê ligel ku teneye jî ev yek nedîtî ve hatiye. Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê tenê der barê rêveberê kursê Faruk Işik de bi îdiaya "bi taqsîrê bûye sedema mirin û birindarbûna ji yekî zêdetir kesan" lêpirsîn vekir. Qaymeqamiya Pasûrê ji ber ku der barê Heyeta Extiyaran ên Gund de destura vekirina lêpirsînê neda salek e di lêpirsînê de tu pêşketin çênabe. Qaymeqamê Pasûrê jî hate îdiakirin ku ji bo ku malbatên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane dozdar nebin pêkûtî kiriye. CERYANA QAÇAX HATIYE GIRÊDAN Di raporê de tê gotin ku kurs girêdayî Miftitiya Pasûrê ye û belgeya Kursa Quranê ya C heye. Pêzan di raporê de got ku mela Faruk Işik ê ku di îlona 2015'an de ji aliyê Serokatiya Karên Diyanetê ve tayînî kursê hatiye kirin û Işik nizane ku ruhsat û tapoya kursê heye yan na. Di raporê de tê gotin ku ji bo kurs bibe şevînî bi Miftitiya Pasûrê re hevdîtin pêk aniye û ev daxwaza xwe bi devkî ragihandiye. Di kursa ku Işik peywirdar e amûra hejmartina ceryanê nehatiye dîtin, dema ku ew li kursê peywirdar bûye qet fatureya ceryanê nehatiye, piştî ku kurs bûye şevînî ji bo abonetiya ceryanê dê serlêdan bikira. Pêzan ji bo gotinên Işik ên ku wî nedizanî zarok li odeyê bi acoxê ceryanê xwe germ dikin jî tespîta ku peywira xwe ya kontrolkirina kursê bi cih neaniye. QABLO BAŞ NEHATINE GIRÊDAN Di raporê de tê gotin ku sîstema germkirinê kêm e, divê komir ji aliyê kesên ku belgeyên wan ê dikarin kalorîferan pêbixin vê bihata bikaranîn ev yek bi xwendekaran dane kirin. Di raporê de tê gotin ku Işik peywira xwe baş bi cih neaniye. Her wiha tê gotin ku ji ber ku tesîsata ceryanê û pano li gorî rêziknameyan nîne şewat ji ber ceryanê derketiye, kabloyên ceryanê baş nehatine girêdan. MIFTÎ 15 ROJAN BERIYA ŞEWATÊ KONTROL KIRIYE Di raporê de tê gotin ku li gorî Rêziknameya Îmara Bêplan û Qanûna Hejmar 3194'an ji bo înşeata kursê ruhsat, destura bikaranîna avihiyê, ruhseta înşeatê pêwîst nîne. Dii raporê de tê gotin ku Heyeta Extiyaran a Gund ku ji bo kursê destur daye ji bo ku tesîsata ceryanê bê kontrolkirin serî li şaredarî û walîtiyê nedaye ji ber vê yekê jî di asta duyemîn de kêmasiya wan heye. Di raporê de tê gotin ku Miftiyê Pasûrê Selahattîn Ozçelîk di 16'ê mijdara 2015'an de li kurdê kontrol pêkaniye û dîsa tê gotin ku berpisyariya miftî ya ji bo kontrolkirina teknîkê nîne, tenê kontrolên pol, xebatkar ûhwd. dike ji ber vê yekê jî ji ber şewatê berpirsyariya wî nîne. Di dawuya raporê de jî wiha tê gotin: 1- Şewat ji ber ceryanê derketiye 2- Rêveberê kursê Faruk Işik di bûyera şewatê de di asta yekemîn de berpirsyar e 3- Fîrmaya ku tesîsata ceryanê ya Kursa Quranê ya Benînê çêkiriye di asta duyemîn de berpirsyar e. 4- Rêveberê faxrî Abdullah Taş di bûyerê de berpirsyar nîne. 5- Miftiyê Pasûrê di bûyerê de berpirsyar nîne, kêmasiya wî nîne. 6- Heyeta Extiyaran a Gund di bûyerê de di asta duyemîn de berpirsyar e. 7- Xwendekarên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne ji bûyer3e de berpirsyariya wan tuneye.