Parastina Stenbolê: Nexşeya nifûsa Sûrê diguherînin 2017-06-24 10:30:45 AMED – Li navçeya Sûrê piştî dorpêç bi dawî bû niha tax tên xerakirin û bi zorê welatiyan ji mal û taxên wan derdixin. Berdevka Parastina Bajar a Stenbolê Selen Bîlgor, diyar kir ku di "Veguhestina Bajarvaniyê" de rant esas tê girtin û wiha got: "Lê li Sûrê rewş cuda ye. Li vir tu hiqûq zanistî, û sinc tune ye. Raste rast dixwazin nexneya nifûs, çand û dîroka Sûrê biguherînin." Navçeya Sûrê piştî dorpêç û êrîşên dijwar ên dewletê bi dawî bûn, navçe bi biryara Lijneya Wezîran hat îstîmlakkirin. Hêj qedexeya ji ser 6 taxan ranebûye niha xerakirina malên li taxên Alipaşa û Lalebey yên navçeya Sûrê di dojevê dene. Xerakirina di bin navê "Veguhestina Bajarvaniyê de" li taxên Alipaşa û Lalebey hatiye destpêkirin didome. Gelek warên dîrokî û çandî hatin xerakirin. Gelek malbatên bi sedan salan li Surê dijîn û Sûr bûye war û jiyana wan neçar man koçî navçeyên din bikin. Tevî hemû bertekên malbatan û saziyên sivîl, xerakirina Sûrê didome. Endamên Parastina Bajar a Stenbolê jî ji bo piştgiriyê bidin gelê Sûrê û lêkolîn bikin hatin Sûrê. Endamên Parastina Stenbolê piştî lekolîn kirin dê plansaziyekê çêkin. Der barê rewşa Sûrê û armanca ziyareta Sûrê de Berdevka Parastina Bajar a Stenbolê Selen Bîlgor agahî dan dîhaberê. Bîlgor, diyar kir ku di "Veguhestina Bajarvaniyê" de rant esas tê girtin û wiha got: "Lê li Sûrê rewş cuda ye. Li vir tu hiqûq zanistî, û sinc tune ye. Raste rast dixwazin nexneya nifûs, çand û dîroka Sûrê biguherînin." NEXŞEYA NIFÛS Û ÇANDÊ TÊ GUHERTIN Berdevka Parastina Stenbolê Selen Bilgor, diyar kir ku bi armanca piştevanî û şêwirmendiyê hatin Sûrê û wiha got: "Dema em hatin yekem tabloya xeternak a em rasti wê hatin Konutên Komî bûn. Li bajaran qadên konûtên komî qadên mirîne. Em li hemberî vê tabloyê pir xemgîn bûn. Me dît ku bajar di bin zextên gelek mezin dene. Li her derê maşînê zirxî û li her derê polîs û leşker hene. Bi taybet avahiyên îdarî yên dewletê di bin dorpêç û dagirkeriya maşînê zirxî û polîsan deye. Van dîmenan em xemgîn kirin. Em li Stenbolê li Sulukule, Suriçi, Gaziosmanpaşa rastî gelek dîmenan hatin. Em li dijî vê yekê têdikoşin. Li Stenbolê mafê jiyana hevpar û civakîbûnê pir tê binpêkirin. Em li dijî vê yekê bi rêbazên hiqûqî têdkoşin. Lê li Sûrê rewş pir cudra ye. Li Sûrê nexneya nifûs, çand û dîrokê tê guhertin. Di veguhertina bajarvaniyê de bêtir rant esas tê girtin. Lê tişta me li vir tî tu aliyê wê yê hiqûqî, zanistî û elheqî tune ye. Dixwazin li vir nexşeya nifûs û çanda mîmariyê biguherinin." ÎKTÎDAR QADÊN NIKARE KONTROL BIKE TUNE DIKE Bîlgor, destnîşan kir ku li gel ji sedî 6 qadên bi rîsk li Sûrê heye jî hemû Sûr kirin qada îstîmlakê û wiha berdewam kir: "Îktîdar li vir hem li gorî daxwazên sermayê tev digere û hem jî dixwaze qada ku nikare kontrol bike hemû nirxên bajar ên çandî û civakî tune bike. Ev pêkanîn li dijîhiqûqê ye. Li Stenbolê li dijî van pêkanînan mirov dikare derkeve kolanan û nerazîbûnên xwe bîne ziman. Dema em li Sûrê dinerin, em dikarin li dijî bê hiqûqî û neheqiyê bertekên xwe bînin ziman. Em dikarin li dijî bêhiqûqê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê li vir zext pir zêde ne. Mirovên dibêjin 'Ez naxwazim xaniyê xwe bidim' rastî zextan dê. Ev li dijî miroviyê ye. Bîlgor, anî ziman ku bi qutkirina av, ceyranê û xerakirina malan zilmê li gel dikin û ewlehiya mirovan di bin gefê de ye. Îktîdar bi tu awayî naxwaze tekoşîna gelê di bin zextê de pêş bikeve." ‘LI ŞÛNA MÎRATEYÊN ÇANDÎ BIPAREZIN XERA DIKIN' Bîlgor, helwesta gelê Tirkiye yali hemberî Sûrê jî rexne kir û anî ziman ku gelê Tirkiye li hemberî xerakirina Sûrê ker û kor û lal e û wiha got: "Li Sûrê warên zerar nedîtibe jî wekî zerar dîtibe nîşan didin. Warên dîrokî û çandî li şûna biparêzin wan xera dikin û mîrateyên çandî û dîrokî tune dikin. Em bang li her kesî dikin ku bibin dengê Sûrê û li Sûrê xwedî derkevin."