Cenaze bêyî malbatê li gora bêkesan veşartin 2017-06-24 10:42:00 MÊRDÎN – Cenazeyê endamê YPS’ê Heval Vurgeç ê li Qoserê jiyana xwe ji dest dabû beyî agahiya malbatê li goristana bêkesan veşartin. Li taxa Mezopotamya ya Qosera Mêrdînê di şerê 30'ê Gulanê de endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Heval Vurgeç (Çekdar Munzur) jiyana xwe ji dest dabû. Polîsan cenazeyê Vurgeç rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Di 17'ê Hezîranê de cenaze li Goristana Bêkesan a Mêrdînê veşartin. Malbata Vurgeç ku li Îsviçrê dijîn ji bo cenazeyê xwe li Dêrsimê defin bikin hatin Mêrdînê. Ligel ku malbatê serî dozgeriyê daye û wêneyê zarokê xwe nas kiriye jî, hêj cenaze negirtine. Ji malbata ji bo cenazeyê xwe bigire serî li konsoloslugê jî dane ji bo testa DNA’yê xwîn jî hat girtin.