Ji lîstikan re hişyarî divê! 2017-06-24 11:11:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Ahmet Aktaş di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser lîstikên li Rojhilata Navîn û got ku "Êdî şerê li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî yê li Sûriyeyê ber bi qonaxa dawîn ve diçe" û ev tişt got: "Di vê qonaxê de, êdî Rûsya û Amerîka yan li hev dikin an jî yekser dikevin nava şer." Aktaş aşkera kir ku lê wisa diyar dike ku her du dewlet yekser nayên şerê rû bi rû. Jixwe li gorî saloxan li ser hinek mijaran li hev hatine û bi taybetî Sûriye li hev par kirine." Aktaş aşkera kir ku helbet para sêyan jî ya kurdan e û wiha pê de çû: "Tê xuyakirin ku rizgarkirina Mûsil û Reqqayê ne dûr e. Piştî vê DAIŞ li piyasê tê rakirin. Her wiha dîzayna vê sedsalê ya hêzên desthilat û emperyal jî êdî dê gav bi gav were cîbicîkirin. Ev jî tê wateya ku ji jor ve hêzên desthilatdar û emperyal, ji jêr ve jî hêzên mezlûm û demokrat û azadîxwaz ên gelên bindest, ew ê rêveberiya van dewletên xwedî heman zîhniyeta DAIŞ’ê tengav bikin û yeko yeko hilweşînin." Berdewama nivîsa Aktaş wiha ye: "Bêguman di serê rêzê de Sûriye heye, piştî wê Îran, Tirkiye, Qatar û hwd. li pey hev tên rûxandin. Rejîma herî mezin Qraliyeta Siûdî tê zanîn, lê wisa xuya ye ku ew jî êdî ji xwe ditirse û lewma Qral Selman ji niha ve weliahtê xwe guherî! Helbet rejîmên pir ji xwe bitirsin û heta mirov dikare bêje lingên wan dilerizin “Qraliyeta modern” a Erdogan û Îran e. Lewma, ji bo ku desthilata xwe biparêzin, bi lez û bez dest dirêjî welatên cîran û derve dikin; bi dehan kom û komik û rêxistinên terorîst ava kirine û berdane piyasê û eresê. Lê wekî em gelek caran dibêjin, di vê xirecirê de, hêza sêyemîn a xwedî îrade û xwedî deskeftî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye. Ji ber ku ji hemû hêzan pirtir bi rêxistin û xwedî ked û xwîn û xwêdanê ye, şensê wê yê serkeftinê ji ya her hêzê pirtir e. Jixwe ji ber ku xwediyê van taybetmendiyên herî bi rûmet in, lewma lîstik û komployên herî mezin jî li ser wê tên plankirin. Di vê qonaxa herî nazik û dijwar de, li şuna ku kongreya neteweyî were damezrandin, banga “referandumê-serxwebûna Kurdistanê” tê kirin. Her wiha ew qas şaredar, parlamenter, hevserok û rêveberên HDP’ê hat girtin, edalet nehat bîra Kiliçdaroglu, hema bi girtina hevalekî wî yê CHP’î edalet hat bîra wî. Heta niha jî ji nava wî nayê ku navê HDP’iyan bîne ser zimanê xwe. Lê niha ji nişka ve, ew jî dexistin piyasê û erasê; darek li ser edalet nivîsî dan destê wî û berê wî dan Stenbolê! Li gel vê çend parlamenterên xwe jî şand zindanê cem Selahattîn û çend jî şandin Sûr a Amedê; xwedêgiravî nû pê hesiyan ku ev bajar hatiye xerakirin û hwd. Her wiha Huda-Par û PDK’a Tirkiyeyê ji nû ve ava dikin û derdixin eresê. Van hewldanan hemû lîstik û komplo ne; ji bo ku alternatîfê li dijî Tevgera Azadiyê ava bikin. Lê ev ne lîstikek ku nayê zanîn, wekî girara sar bûye, dîsa germ dike û dide pêş gelê me. Helbet kes ne li dijî Kurdistanek Xweser (an jî serbixwe) ye. Her wiha kes ne li dijî meşa edaletê ye. Lê mesele ne ev in. Mesele dudilî, gumanan bixin nava gel, serê gel tevlihev bikin û hwd. Lewma divê em di vê qonaxa hesas de, ji her demê pirtir hişyar bin û em navnîşana rêya rast, azadbûn û aşbûn û edaletê, bizanibin ku li Îmraliyê li gel Apoyê me ye!"