Dayika Şemiyê Asiye Karakoç jiyana xwe ji dest da 2016-12-07 10:57:36 STENBOL - Ji Dayikên Şemiyê Asiye Karakoç a dayika Ridvan Karakoç bû jiyana xwe ji dest da. Dayika Ridvan Karakoç ê ku di 1995'an de piştî ku hate binçavkirin û cenazeyê wî le goristana bêkesan hat dîtin, ji Dayikên Şemiyê Asiye Karakoç jiyana xwe ji dest da. Asiye KArakoç a ku piştî felc bû, beşa axaftinê ya mejiyê wê zirar dît, piştî ku kurê wê jiyana xwe ji dest da qet neaxivî. Têkîldarî cenaze agahî dê di saetên pêş de ji malpera fermî ya Dayikên Şemiyê bê parvekirin.