TSK û EL Nusra êrîşî Efrîn û Şahba dikin 2017-06-24 12:59:47 EFRÎN – Komên Cebhet El-Nusre û Ehrar El-Şam bi çekên giran Kantona Efrînê topbaran dikin. Leşkerên TSK'ê û komên hevkar gundên rizgarkirî yên herêmên Şahba topbaran kirin. Di encamê de baxçe û çandiniyên sivîlan hedef girtin û ziyanên madî bi mal û milkên sivîlan de çêbû. Komên Cebhet El-Nusre û Ehrar El-Şam, ên li aliyê kela Semanê bi cih dibin, bi top û çekên giran doşka, topavêj û hawanan her du gundên Îska û Basûfanê yên navçeya Şêrewa topbaran kirin. Gundê Qitmê û Kefer Cenê yên navçeya Şera topbaran kirin. YPJ/YPG`ê û Artêşa Şoreşgeran bersiva topbarana leşkerên TSK'ê û komên girêdayî wê dan. Di topbarana hovane û hedefgirtina mal û milkên sivîlan de her du navçeyên Şera û Şêrewa û çandiniya wan de, ziyanên madî bi zeviyên çandiniyê bûn. Di demên ku El Nusra, El şam û TSK'ê gundên kantona Efrînê topbaran dikirin de artêşa TSK'ê û çeteyên wê yên li gundê Kilcibrîn û bajarê Ezazê bicih dibin, şeva din gund û bajarokên herêmên Şahba yên rizgarkirî Herbel , Şêx Îsa, Til Medîq, Eyn Deqne, Um Hoş, û gundê Wehşiyê, hedef girtin. Di encamê de ziyanên madî mezin bi mal û milkên şêniyan û çandiniyên wan de çêbûn. Topbaranan hîn didome.