Qatarê 45 endamên 'FETO'yê dersînor kir 2017-06-24 13:44:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi îdiaya têkiliya wan bi 'FETO'yê re heye, 45 kes ji hêla Qatarê ve hatin dersînorkirin. Welatiyên tirkiyeyî dema ketin Tirkiyeyê hatin binçavkirin. Bi îdiaya 2 kesên têkiliya wan bi "FETO/PYD"ê re heye û hin têkiliyên wan hatine tespîtkirin. Li gorî van îdiayan, Z û D.O. yên ku hevjînên hev in, piştî fermana Bank Asyayê rizgar bikin, wan li vê bankayê hesab vekirine. Hat gotin Z.O. di dema xwendekariyê de li wargehên Cemaeta Gulen ên derve maye, li dibistana cemaetê ya li Ozbekistanê mamosteyî kiriye. Hat aşkerakirin ku D.O. jî dema li Konyayê xwendiye, bi cemaetê re ketiye têkliyê. Serdozgerê Komarê yê Stenbolê, bi îdiaya "endamê rêxistina terorê ya bi çek in" der barê her du kesan de îdianame amade kir. Kesên tên îdiakirin endamê "FETO"yê ne, Qatarê ew dersînor kirin. Dema ev kesan hatin Tirkiyeyê hatin binçavkirin.