Min hêvî ku ji Malpeteyê wêdetir biçe 2017-06-24 14:13:53 ENQERE - Piştgiriya ji bo Meşa Edaletê her roja derbas dibe zêdetir dibe. Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) jî tev li meşê bû û bi pankarta ‘Bêyî demokrasiyê tenduristî jî nabe’ meşiya. Serokê Konseya Navendî ya TTB’ê Doktor Raşît Tukel diyar kir ku gelek sedemên wan ên ji bo tevlibûna meşê hene û wiha axivî: “Bîyî edaletê ne pêkan e ku civak bi tendurist be.” Tukel der barm meşê de jî got ku ev pêvajoyek e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pêvajo dê bi meşê bi dawî nebe. Ji bo civakeke ku em dixwazin xwe pêk bîne, lazim e ku em bir ê û rêgezên demokratîk û bi domdarî tê bikoşin.” Tukel der heqê rawestgaha dawîn a meşê jî ev tişt gotin: “Navê vê meşê di esasê xwe de wekî Girtîgeha Maltepeyê hat danîn lê ez di wê baweriyê de me ku ev ji Maltepeyê wirdetir biçe. Hêviya min ew e ku bi hişmendiyeke ku bi ser hemû bêedaletiyan ve diçe ev pêvajo berdewam bike.”