Aqûbeta Duzgun Tekîn hat pirsîn 2017-06-24 15:26:33 AMED - Di çalakiya Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin di hefteya 437''emîn de aqûbeta Duzgun Tekîn yê di sala 1995'an li Stenbolê winda bû, hat pirsîn. Çalakiya Dayikên Şemiyê û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê ya ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin di hefteya 437'emîn de li avahiya ÎHD'ê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên winda hatin rakirin. Vê hefteyê aqûbeta Duzgun Tekîn ê di 21'ê Cotmeha sala 1995'an ji bo biçe kargeha xwe ya li semta Guneşli ya navçeya Bagcilera Stenbolê serwinda bû û çareke din agahî jê nehat girtin, birsîn. Endamê Komîyona Kiryar ne Diyar û Windayan Hasan Yalçin daxuyanî xwend û diyar kir ku li derdora Duzgun Tekîn tim wesayîtên ne nas digeriyana û ew tim dişopandin. Yalçin da zanîn ku wesayîta Tekîn dişopand dizanî û plakaya wê li ser kaxizekê nivîsandibû û danî bû li malê. Yalçin ragihand ku plakaya 34 F 6676 nivîsandî ya li malê hiştî, yek ji wan wesayîtane ku Duzgun Tekîn revand û serwinda kir. BÛYER AŞKERA YE Yalçin da zanîn ku zavayê Tekîn di dema serî li ÎHD'ê da de, diyar kiribû ku li ber mala wan tim du sivîlên di wesayî dene radiwestin û piştî 21'ê Cotmeha 1995'an êdî ev kes nehatine ber mala wan. Yalçin dest nîşan kir ku di 27'ê Cotmeha 1995'an telefonek ji malbatê re hatiye û ji wan re gotiye ku Duzgun Tekîn li Şaxê 1'emîn ê Midûryeta Ewlehiyê ya Stenbolê tê girtin û wiha bi lêv kir: "Ji bo aqûbeta Tekîn were aşkera kirin, serî li hemû beşên ewlekariyê hatine dayîn. Kasim Engîn ê li Girtîgeha Gebzeyê dimîn e, ragihandibû ku Duzgun Tekîn hatiye kuştin û li bajarê konan ê nêzî Kirklarê ye, bi awayekê li ser çogên xwe rawestandî hatiye veşartin û ev yek bi krokiyan jî aşkera kiribû. Yalçin dest nîşan kir ku malbata Tekîn li ser vê yekê serî li Serdozgerê Komara Kirklarê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li gel van hemû daxuyaniyan ji roja ku hatî winda kirin û vir ve, rayedarên dewletê ne der barê Duzgun Tekîn û ne jî der barê wesayîta ku ew şopandiye de, agahî daye. Malbata Duzgun Tekîn li gel van hemû daxuyaniyan bi derfetên xwe li ser zibala ku qala wê dihat kirin, li cenazayê Tekîn geriyane, lê bi ser neketine." Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.