Ozgur Amed tehliye bû 2017-06-24 18:18:15 AMED - Nivîskarê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Ozgur Amed, piştî girtineke 2 salan tehliye bû. Nivîskarê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Ozgur Amed tehliye bû. Ozgur Amed ku bi hinceta tevlî meşeke têkildarî Komkujiya Roboskiyê bûye di 21'ê Sibata 2015'an de hat girtin, piştî qedandina cezayê wî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê hat tehliyekirin.