Dixwazin kêlikeke zarokên wan jî hebe 2017-06-25 09:39:05 ŞIRNEX - Di cejnan de serdanên goran êşa cizîriyan zêdetir dike. Malbatên 12 kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin şewitandin û kuştin, nexwedî kêlikekê ne jî ku hêstirên xwe li ser bibarînin. Hîn jî cenazeyê 12 kesên ku di jêrzemînên Cizîrê de hatin şewitandin û kuştin nehatiye dîtin. Feride Yildiz, Sakine Durmiş, Mardin Çelebi, Hacer Aslan, Osman Gokhan, Huseyin Dervişi, Servet Aslan, Serdar Pişkin, İdris Susin, Ali Aslan, Cemal Purlek û Emrah Aşkan dema di jêrzemînan de bûn ji bo rizgarkirinê beşdarî weşana zindî bûbûn. Ji bo cenazeyên wan malbatên wan gelek caran nimûneya xwîna dan Saziya Tiba Edlî, lê belê cenazeyên wan hîn jî nehatine dîtin. DIBE KU CENAZE LI HERÊMA KU TOKÎ LÊ TÊN ÇÊKIRIN BIN Ji bo dîtina cenazeyan malbat bi riya parêzerên xwe bi daxwaznameyan serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîr dan, lê belê ev nêzî 2 salane ku bersiva daxwaznameyên wan nehatiye dayîn. Malbat difikirin ku, dibe ku cenazeyê zarokên wan li qada ku TOKÎ lê tên çêkirin an jî di nav molozên ku li qeraxa Çemê Dîcleyê hatine rijandin de bin. Her wiha çend hefte berê li qada ku jêrzemîn lêbûn cenazeyek hatibû dîtin û li ser vê malbatan dîsa serî li dozgeriyê dabûn. Malbatan di serlêdanên xwe de daxwaza rawestandina çêkirina avahiyên TOKÎ'yê kirin û xwestin ku li qadê li cenazeyan bê gerîn. Hîn jî dozgeriyê bersiva daxwaznameyên malbatan nedaye û her wiha xebata ji bo çêkirina TOKÎ'yan jî didome. 'DIXWAZIM GORA KEÇA XWE BIBÎNIM' Hezne Aslan, dayika Hacer Aslan ku cenazeyê wê hîn jî nehatiye dîtin, anî ziman ku ji ber Cejna Remezanê gelek kes serdana gorên xizmên xwe yên jiyana xwe ji dest dane dikin. Aslan got ku, tenê daxwaza wê ew e ku gora keça xwe çêbike. Aslan, dest nîşan kir ku ew tim hêstiran dibarîne û got ku, ew li kêlikekê digere ku hêstirên xwe bi ser de bibarîne. Aslan, bang li rayedaran kir ku demildest cenazeyê keça wê bibînin.