Ozen: Xebatên siyasi kirin sedema girtinê 2017-06-25 09:41:55 AMED - Li Amedê di çarçoveya operasyona siyasî de nûner û rêveberên TJA, KCD, DBP, HDP, HDK'ê jî di nav de 26 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û ji vana 16 jê hatin girtin. Prz. Şivan Cemil Ozen, der barê sedema girtina siyasetmedaran de diyar kir ku ji ber nasname û xebatên xwe yên siyasî hatine girtin. Li Amedê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê polisan di 14'e Hezîrane de di navde nûnerên Tevgêra Jinên Azad (TJA), KCD, DBP, HDP û HDK'ê jî di navde 26 siyasetmedarên kurd binçav kirin. Ji 26 siyasetmedaren kurd 16 siyasedmedar hatin girtin. Siyasetmedarê kurd Abdurrahman Baran Dag, Sibel Îldan, Mehmet Guzel, Zeynep Altinkaynak, Sara Aktaş, Selahattin Kaygusuz, Cengîz Sokmen, Hasan Înatçi, Salîh Keleş, Paşa Şeker û Nalan Guzen, Ercan Arslan, Ayşe Gokkan, Gul Kiziltaş, Ayşe Yagci û Yuksel Baran bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Hêj siyasetmedarê kurd Devran Balkaş jî li Midûriyeta Polîsan a Amedê tê girtin. Têkildarî girtina siyasetmedaran Prz. Şivan Cemîl Ozen, diyar kir ku sedema girtina siyasetmedaran xebaten wan ên siyasi û nasnameya wan a siyasî ye. 'GIRTIN ENCAMA POLÎTÎKAYÊN BÊÇARE NE' Ozden, diyar kir ku siyasetmedaren kurd ewil bi îdiaya "Rêveberiya Tirkiye ya KCK'ê hatin girtin û pişti salan beyî delîl û hincet nişan girtî hiştin û serbest berdan. Prz. Ozen, anî ziman ku sedema girtina siyasetmedaran xebaten wan ên siyasî û nasnameya wan siyasi ye. Ozden, destnişan kir ku her xebatên siyasetmedaren kurd ên têkildarî siyasê sûc tên dîtin û wiha got: "Dixwazin bi van binçavkirin û girtinan xebatên siyasetmedarên kurd di bin zext û tundiye de bihêlin û destur nedin siyaseta demokratîk bimeşînin. Em dibinin ku zemina siyaseta demokratîk bi kê analîz dikin. Her partiyek xwedi mafê rêxistinbûna azad û siyaseta azad e. 16 siyasetmedarên hatin girtin mafê xwe ye heq û azadiya siyasetê pêk anîn. Sedem ji ber bê çareseriya pirsgirêka kurd e. Ji ber siyaseta îktîdare xetimîye siyasetmedaran digirin. Muwekîlên me yên hatin binçavkirin 4 roj şûnde agahdar bûn ku ji çi tên sucdarkirin. Ji ber sucdariyên der barê muwekilên me de û delîlên der bare wan de veşartin muwekilên me ji mafên xwe yên bedengiyê bikar anîn. Mafê xwe yên parastina kurdî kirin. Lê îfadeya wan nehat girtin. Ji ber vê yeke raste rast sewqi dadger hatin kirin. Piştî derketin pêşberî Dadgere Sulh Ceza fêr bûn ku ji çi ten tawanbarkirin. Sedema girtinê wekî şonadina fîzîkî, delegeyên KCD'ê, xebatên siyasî weki sedema girtine hat nişandan. Hanim Aydın û Helbest Îlkan ên li Mêrsînê û li dervê Amedê hatin binçavkirin rasti îşkence û lêdanê hatin. Parêzer dê der bare polîsên ku siyasetmedar darp kirine de serlêdana sûc bike. Ozen, anî ziman ku ji ber der barê dosyayan de biryara veşarî heye naveroka dosyayê nedîtine. Di binçavkirin û girtinên der barê siyasetmedarên kurd de daxuyaniyên şahidên nepen esas digirin. Di vê lêpirsînê de jî şahidên nepen derketin pêş me. Li ser îfadeyên bê ser û ber û bê kok siyasetmedarên kurd hatin girtin. Dîsa telefon wekî delîl hatin nişandan. Em dê girtina siyasetmedaren kurd îtîraz bikin."