Huqûqnas jî li riyan ketin pêyî edaletê 2017-06-25 09:42:25 ENQERE - Huqûqnasên beşdarî "Meşa Edaletê" bûn, dest nîşan kirin ku ku ji bo edaletê bibînin ew tevlî meşê bûne û divê hîmê bêedaletiyê bê dîtin. Meşa Edaletê ku CHP'ê dabû destpêkirin di roja 11'emîn de jî didome. Parêzerên endamên Baroya Stenbolê jî piştevaniya meşê kirin. Huqûqnasan diyar kir ku divê ev meş heta Edîrneyê, li her deverên Tirkiriyê yên bêedaletî lê heye bidome. Endama Baroya Stenbolê Zeynep Gonenç Parmaksizoglû ji bo piştevaniya Meşa Edaletê ji Stenbolê hat Bolûyê û tevî meşê bû. Parmaksizoglû, got ku ew di dîtina edaletê de tengavî dibe. Parmaksizoglû ragihand ku ji bo ew li edliyeyan edaletê bibînin rojên zor û zehmet derbas dikin û wiha axivî: "Em aktorên herî girîng ê parastinê ne, lê em ber bi rojên ku mafê me yê parastinê ji dest me tê stendin ve diçin." 'DIVÊ BI MALTEPE Û EDÎRNEYÊ NEYÊ SÎNORKIRIN' Beriya her tiştî ji bo mafên jinan û bi giştî jî li hemberî hemû bêedaletî û neheqiyan Parmaksizoglû ji bo "Meşa Edaletê" banga piştevaniyê kir. Parmaksizoglû, got ku bi nêvengî rojê dudo an jî pênc jin tên kuştin. Parmaksizoglû wiha domand: "Her wiha îro em ji bo wan jî li vir in. Bila jin beşdarî vê meşê bibin, ev meş ji bo me hemûyan e. Tenê ne ji bo jinan ji bo hemû mafên mirovan ev meş girîng e. Bang li her kesî dikim ku piştevaniya meşê bikin." Parmaksizoglû, dest nîşan kir ku divê meş tenê bi Maltepe û Edîrneyê neyê sînorkirin. '37 SALIN KU LI VÎ WELATÎ ME EDALET NEDÎTIYE' Endamê Baroya Stenbolê Yûsûf Elîtok jî, got ku 37 salin ew parêzeriyê dike, lê li Tirkiyeyê bi navê edaletê ew rastî tiştekî nehatiye. Elîtok wiha got: "Li Tirkiyeyê tenê li edaletê digerim. Dixwazim li Tirkiyeyê li pêşberî edaletê 80 milyon kes wekhev be." Elîtok, anî ziman ku divê "Meşa Edaletê" bi Maltepe û Edîrneyê neyê sînorkirin û wiha got: "Heta ku pergaleke edaletê neyê û hemû mirov hevdu hembêz nekin, dixwazim bidome." ‘DI DEMA AKP'Ê DE BI TEMAMÎ JI HOLÊ HAT RAKIRIN' Herî dawî Parêzer Dûrsûn Turk axivî û wiha got: "30 salin parêzeriyê dikim. Ji bo edaletê hatim vê meşê. Di 30 salên pîşeya xwe de li vî welatî min edalet nedîtiye. Bi taybetî jî di dema AKP'ê de edalet bi temamî ji holê hat rakirin. Em ê li eywanên dadgehê edaletê protesto bikin, em ê li eywanên zanîngehan protesto bikin, em ê li nav gel û kuçeyan lê bigerin. Ji ber ku em li eywanên dadgehê edaletê nabînin em li kuçeyan lê digerin. Ji ber vê beşdarî vê meşê bûm." Her wiha Turk anî ziman ku li Tirkiyeyê pêdiviya 80 milyon mirovî bi edaletê heye.