Budak ê di komkujiyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da 2017-06-25 11:27:45 ÎZMÎR - Welatiyê bi navê Mustafa Budak di komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Mustafa Budak ê 61 di komkujiya 10'ê Cotmehê de ya Enqereyê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Budak di nava cihan de demek dirêj têkoşîna jiyanê dida. Ji ber aciziyên demên dawî ew rakiribûn Nexweşxaneya Sada ya Taybet a Menemenê û duh êvarê jiyana xwe ji dest da. Budak ji stûyê xwe berjêtir felc bû. Dê cenazeyê wî îro bê definkirin.