Zarokên penaber di roja cejnê de jî kar dikin 2017-06-25 11:35:44 EDENE - Li Edeneyê zarokên penaber ên li ser zeviyan kar dikin, cejna xwe li ser zeviyan û nava kona pîroz kirin. Zarokên penaber ên li Edeneyê di nava zeviyan de kar dikin, roja cejnê ji kar dikin. Zarokên malbatên wan di nava zeviyan de kon vedane û bûne penaber hem li nava zeviyan û hem jî li kolan di roja cejnê de jî kar kirin. Zarokê li kolanên Edene kartonan kom dike û nexwest navê xwe bide diyar kir ku ew neçarin kartonan kom bikin. Zarokê kartonan kom dike anî ziman ku hevalên wî dixebitin, lê ew di roja cejnê de jî kar dike. ua Zarokên li Bajaroka Tuzla ya navçeya Karataşê di nava zeviyan de dixebitin jî piştî cejna xwe di nava zeviyan de pîroz kirin, dîsa çûn nava zeviyan û dest bi kar kirin. Zarokê penaber Mehmet Sinan diyar kir ku cejnên vir nexweşin û her dem neçarin kar bikin.