Wezîr Soylu li Çelê ye 2017-06-25 11:53:45 COLEMÊRG - Li navçeya Çelê operasyon berdewam dike. Heta niha di şerê li Çelê de gelek leşker mirin. Piştî operasyon dijwar bû û hêjmara leşkerên hatin kuştin zêde bû Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu çû çelê. Li navçeya Çelê ya Colemêrgê demek dirêj e operasyona leşkerî heye. Li dijî qereqolan êrîş zêde dibin. Di êrîşên li diji qereqolan de gelek leşker mirin. Piştî şerên giran û kuştina zêde ya leşkeran Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu çû çelê. Soylu, sere sibê nimêja sibê li Mizgefta Emir Şaban a Çelê kir. Wezîrê Colemêrgê Cuneyt Orhan Toprak, Midûrê Polîsan ê Colemêrgê Suleyman Suat Dilberoglu û rêveberên AKP’ê jî li cem Soylu cihê xwe girtin. Soylu û heyeta pêre piştî derbasî Qeymeqamiya Çelê bû dê ji wir derbasî 2'emîn Fermandariya Hiqûd a Çelê ziyaret bike. Hat zanîn ku Soylu dê piştre derbasî Geverê bibe.