PDK’ê 4 şervanên enternasyonalîst binçav kir 2017-06-25 12:33:58 NAVENDA NÛÇEYAN - PDK’ê 4 şervanên enternasyonalîst ên ku dixwestin ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê bibin binçav kir. Nehat hînbûn ku şervan birine kûderê. Li gorî ANF'ê pêşmergeyên PDK’ê di nuqteya têketina Akrê de şervanên Swêdî Jesper Soeder û Andreas Charalabos û şervanên Îngilîz Andrew Johnwoodhead û Lee Egerton binçav kir. Şervan ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê dibûn. Hat zanîn ku ajovan jî ligel şervanan hatiye binçavkirin û ne diyar e ku kesên hatine binçavkirin birine kûderê.