Di cejnê de Nuriye û Semîh nehatin ji bîrkirin 2017-06-25 16:06:49 ENQERE - Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 109'emîn de berdewam dike, hevrêyên wan li ber Girtîgeha Sîncanê hatin gel hev. Çalakya greva birçîbûnê di roja 109'emîn de berdewam dike, gelek kes ji bo piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça, ev 229 roj in çalakiya xwe berdewam dikin. Gelek kes ji bo piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça, li ber Girtîgeha Sîncanê hatin gel hev. Alev Şahîn a ku ev 105 roj e di greva birçîbûnê de ye û çalakvanên piştgiriya grevê xwestin bi Gulmen û Ozakça re hevdîtinê pêk bînin, lê daxwaza wan ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hat redkirin. Li ser vê çalakvanan li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Berî çalakiya rûniştinê, Şahîn axaftinek kir û ev tişt got: "Îro Cejna Remezanê ya gelên li Tirkiyeyê ye. Me jî xwest em li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê bi Nuriye û Semîh re hevdîtinê pêk bînin û cejna wan pîroz bikin, lê daxwaza me nehat qebûlkirin." Şahîn aşkera kir ku wan li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê daye destpêkirin, ew dê dengê xwe bigihînin Nuriye û Semîh." Piştî daxuyaniyê çalakvan li ber girtîgehê veqetiyan û çalakvanan ji Nuriye û Semîh re name şandin. Ji hêla din ve çalakvana xwest li Kolana Yukselê çalakiyê pêk bînin, lê polîsan destûr neda çalakvanan. Acun Karadag û çalakvanên din, ji bo çalakiya sibê li Kolana Yukselê belavok belavkirin.