2 kesên li Wanê jiyana xwe ji dest dan, navê kesekî diyar bû 2017-06-25 16:30:07 WAN - Hatibû gotin ku li taxa Selîm Bey ya navçeya Rêya Armûşê ya wanê pevçûn derketiye û 2 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî agahiyên şahidan, wan kesên birîndar û mirî nedîtine, çavkaniyên fermî da zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane, navê kesekî Bîrol Ozkesîcî ye. Xwediyê malê jî hatin binçavkirin. Herêma Deriyê Tebrîzê ya taxa Selîm Bey ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, di saet 00.00'an de bi maşînê zirxî hat dorpêçkirin. Li taxên dorpêçkirî saet di 03.00'an heta 07.00'an li 7 taxan di mal û baxçeyan de pevçûn qewimî. Welatiyan aşkera kir ku li taxên cuda bi saetan pevçûn derketiye û nehiştine kes ji malên xwe derkevin. Şahidên bûyerê aşkera kirin ku wan kesên kuştî û birîndar nedîtine, tê gotin ku di cihê êzingan de kesekî jiyana xwe ji dest daye. Kuçeya 7'emîn a ku qala wê tê kirin, şopên gule û xwînê tên dîtin, lê der barê cenzeyan de tu agahî tune. ‘2 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA’ Şêniyên taxê yên di nav pevçûnê de man, aşkera kirin ku wan kesên birîndar an jî jiyana xwe ji dest dayî nedîtine, çavkaniyên fermî dan zanîn ku 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û navê kesekî Bîrol Ozkesîcî ye. ‘HEVJÎN HEV HATIN BINÇAVKIRIN’ Her wiha li kuçeya 7'emîn polîsan bi ser malekî de girt û mal serobin kirin. Hevjînên hev Şerîf û Guler Gezîcî hatin binçavkirin û ew birin Miduryeta Şaxa TEM'ê. Hat gotin ku birayê Gezîcî Yuksel Gezîcî jî hatiye binçavkirin û piştre serbest hatiye berdan.