'Piştî me bi keda xwe qezenç kir baweriya me zêde bû' 2017-06-26 09:05:53 MANÎSA – Yenî Han a di serdema Komarê de girtîgeh bû, niha tevna cawê Manîsa yê xwedî dîroka 500 salan e dirêse û dihûne. Karsaz Ayşe Çamurlu, ku karê Cawê Manîsa dike diyar kir ku piştî wan bi keda xwe qezenc kir û şûnde êdî baweriya wan ji wan zêde bûye. Çamurlu, xwest jin li şûna betal li malê rûnên divê bi xwe perê xwe qezenç bikin. Li navenda Manisa, Yenî Han di serdema Komarê de girtîgeh bû. Xana ku 200 sal dîroka wê heye, niha deriyê xwe li jinan vekiriye û xizmeta Cawê Manîsa yê 500 sal dîroka wî heye dike. Yenî Han piştî deriyê xwe li girîgehê girt, deriyê xwe ji kargeriya tekstîlê re vekir. 3 jinên Manîsayî, li Yenî Hanê dezgehê Cawê Manîsa yê 500 salî vekir. 3 jinên ku dest bi hilberîna Cawê Manîsayê kirin bang li jinan kirin ku ji malê xwe derkevin û dest bi hilberînê bikin. Jinan diyar kirin ku jinên bi keda xwe pere wezenç dikin baweriya wan ji wan zêde ye û bêtir dikarin bibin xwedî vîn û biryar. PÎŞESAZIYÊ QÎMETÊ KEDÊ KUŞT Karsaza hilberîna Cawê Manîsa Ayşe Çamurlu, diyar kir ku ew çanda Cawê Manîsa ya 500 salan ji nûve zindî dike û wiha got: "500 sal berê Cawê Manîsa wekî perde ji bo keştiyan dihat bikar anîn. Piştre wekî cawê gomlek (îşlîk) hat emilandin. Piştî demekê wekî bêceme, xêlî, şal, çefî, çarik, botê ser masê peşmal diemilînin. Di demên berê de dezgehên destan bêtir zêde bûn. Lê piştî pîşesazî pêş ket, dezgehên destan tune bû û qîmeta kedê jî nema." Çamurlu, anî ziman ku bi pêşketina pîşesaziyê keda destan û hunerê destan jî winda bû û huner û ked ê dî bê qîmet e û wiha got: "Em hewl didin huner û pîşeyê destan ê hatiye ji bîr kirin ji nûve zindî bikin. "Divê jin tev li jingeha kedê bibin û keda wan bê dîtin. Divê jinên betal li malê dimînin tev li qada kar bibin û bi keda xwe pere qezenç bikin. Jinên li vir bûn xwedî huner û kar fêr bûn li malên xwe makîne danîn û bi xwe dest bi kar û hilberînê kirin. Jinên bi keda xwe pere qezenç dikin bêdir dikarin bibin xwedî bawerî û dikarin bibin vîn û biryar. Em bang li jinan dikin ku li malê betal rûnenên. Divê jin karibin li ser piyên xwe rawestin û bibin vîn û biryar. Divê li mîrateya 500 salan xwedî derkevin. Dîsa me dixwazin ji bo jinan qadên nû yên debarê bên vekirin. CAW JI BO TENDURISTIYÊ JÎ PIR BAŞ E Çamurlu, anî ziman ku du berhemên biyanî di nava Cawê Manîsa de tune û ji bo tenduristiyê jî gelek baş e. Çamurlu, da zanîn ku di cawê tekstîl û pîşesaziyê de gelek berhemên bîyanî û kîmyewî heye û rê li pêş gelek nexweşiyan vedke û wiha got: "Ji sala 2008’an û virde ez vî dezgehî dixebitînim û ji ber vê yekê ez zindî û çalak im. Ev pîşe û kar min aram û kêfxweş dike. Ji ber ku ez mohtacê kesî nabim û ez bi keda xwe li ser piyan dimînim. Baweriya min bi min zêdetir bûye. Sitresê ji min dûr dixe. Dema ez tevna şîn lidar dixim ez bêtir aram im. Ristina her rengekî sedema kêfxweşiyek cuda ye. Jinên pîr bêtir bi hewesin ku vî karî fêr bibin. Jinên zêteyî 60 salî hewl didin fêr bibin. di demên dawî de eleqeya li hemberî Cawê Manîsa zêdetir bûye. Rojê 2 an 3 perçe caw em difiroşin. Em Şalên caw heba wê bi 70 TL, fularê bi 50 TL, Cawe Manîsa 20 TL difiroşin. Em rojê 2.5 metrekare tevn dirêsin. "