'Jiyana zarokên Losemî di damarên me de vaşariye' 2017-06-26 09:06:31 EDENE - Serokê Komeleya Ronahiya Heviyê ya Mavi Çocuk Utku Kemal Yucel, diyar kir ku çareseriya zarokên bi nexweşiya Losemî "Hucreya Kokê" ye û got "Pêdiviyên nexweşên Lozemî ji we heye û rizkarkirina wan girêdayî me ye. Jiyana wan di damarên me de vaşarî ne." Li Cîhan û Tirkiye pençeşêra di temenê zarokantiyê de dest pê dike ji sedî 35 ji nexweşiya lozemî pêk tê. Nexweşiya Losemî li gorî cînsê hucreyê; Akut Lenfoblastik Losemi (ALL) û Akut Myeloblastik Losemi (AML) ji 2 komên sereke pêk tê. Li Tirkiye her sal 1200-1500 zarokên temenê wan kêmî 16 salî bi nexweşiya losemî dikevin. Herî zêde ev nexweşî di zarokên temenê wan 2- 5 salî de tê dîtin. Têkildarî nexweşiya losemî, Serokê Komeleya Ronahiya Heviyê ya Mavi Çocuk Utku Kemal Yucel, xwest her kes hestiyar nêzî zarokên nexweş bibe û wiha got: "Çareseriya zarokên bi nexweşiya Losemî "Hucreya Kok" e. Pêdiviyên nexweşên Lozemî ji we heye û rizkarkirina wan bi we ve girêdayî ye. Li Tirkiye her sal 300 zarok ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin. Xelasiya van zarokan a ji mirinê di destê me de ye. Jiyana wan, di damarê me de veşariye. Tişta ku em bikin tenê divê em xwînê bidin wan. Heta niha ji bo em ji zarokên losemî re bibin hevî me gelek kampanya amade kirin. Herî bi hevkariya Navenda Koordînasyona Hucreya Kok a Kizilayê û Navenda Koordînasyona Herêmê ya Neqilkirina Doku û Organan a Edeneyê me kampanya “Tu dikare Hucreyê Kokê û Organan re bibe ronahiya heviyen min" da destpêkirin." Yucel, anî ziman ku dema pêdivî bi xwîna spî hebe di dîtina xwînê de zor û zahmetî hene û wiha got: "Heta xwîn ji nexweşên Losemî re tê dîtin nexweş jiyana xwe ji dest dide. Mixabin mirov ji dayîna xwîna sipî re sersar tev digerin. Kesek bixwaze xwîna sipî bide divê navbera 4 - 6 saetan li nexweşxaneyê bimîne. Heta ku tahlîla wê bê kirin û heta xwîn bê dayîn dem diwaze. Ger ku heta wê demê xwîn neyê dîtin dibe ku nexweş jiyana xwe ji dest bide. Ji ber karê xwîndayînê dirêj dajo gelek kes naxwazin xwîna xwe bidin. Ji ber vê yekê rêbaza herî baş dayîna Hucreya Kokê ye. Nexweşên losemî nikarin xwe bigînin we. Ji ber vê yekê divê hûn minaka xwîna xwîna xwe bidin. Divê her kes di dayîna xwîna spî de hestiyar tev bigerin."