Jina 'şidet didît' bi darvekirî hat dîtin 2017-06-26 09:22:28 MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê berî 10 mehan F. K. bi jina ciwan a bi navê Nursel Kiliç re zewicî, piştî Kiliç dawî li jiyana xwe anî, derket holê ku F. K. her dem li jina ciwan dida. Li gundê Torbacikê ya navçeya Qosera Mêrdînê, Nursel Kiliç a 20 salî bi zora malbatan bi xizmê wê yê bi navê Fatîh Kiliç re hat zewicandin, berî 3 rojan Kiliç bi darvekirî hat dîtin. Derket holê ku jina ciwan gelek caran şideta F. K. dîtiye. Malbata F. K. ê li saziya Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê dixebite, gefa 'dozê venekin, dê kurê me ji kar bavêjin' li malbata jina ciwan dixwe. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, jina ciwan dema şideta hevjînê xwe dîtiye, xwestiye bi rêya telefonê li malbata xwe biger, lê F. K. telefon jî şikandiye. Hat aşkerakirin ku jina ciwan dem dem dihat Qoserê li gel malbata xwe, lê piştî demekî dîsa ew dişandin gund. ÎDIAYA ÎNTIXARÊ Hat îdiakirin ku Nursel Kiliç ji ber şideta ku didîtiye întixar kiriye, carekî rapora derbkirinê dane wê, lê ji ber xizmên hev in der barê F. K. de gilî nekiriye. Apê jina ciwan Mehmet Kiliç jî da zanîn ku berî 20 rojan biraziya wî dîsa hatiye mala bavê xwe û wiha axivî: "Her dem digeriyan û digot 'werin keça xwe bibin'. Piştî 10 rojan dîsa çû mala hevjînê xwe. Piştî çûyînê, xaltiya wê li wê digere û ew jî dibêje ku 'ez baş im'. Hevdîtina herî dawî ev e. Di 22'yê Hezîranê de bi darvekirî tê dîtin. Em ê dozê vekin. Lê malbata F. K. gotiye ku 'dozê venekin dê maeşê kurê me bê qutkirin' û dixwazin pêşî li vekirina dozê bigirin." Mehmet Kiliç destnîşan kir ku piştî bûyerê F. K. û malbata wî hatine binçavkirin û wiha pê de çû: "Malbat piştre hat berdan, lê der barê F. K. de hêj tu agahî tune." Piştî kar û barên otopsiyê cenazeyê jina ciwan li Goristana Qoserê hat definkirin. Bêrîtan Îrlan – dîhaber