Mustafa Balbay: Ji derveyê me çareseriyeke wan tune 2017-06-26 10:25:38 ENQERE – Wekîlê CHP'ê yê Îzmîrê Mustafa Balyab, tevlêbûna HDP'ê ya "Meşa Edaletê" erênî dît û wiha axivî: "Tevlêbûna li Kandirayê û tevahiya beşên li Tirkiyeyê, dê kêrê me bê. Ev dê peyameke cidî bide hikumetê jî. Ji ber ku ji derveyê me tu rêya wan a çareseriyê tune." Wekîlê CHP'î Mustafa Balbay di sala 2009'an de di çarçoveya operasyona Ergenekonê de hatibû girtin, pişt re hat hilbijartin û bi biryara Dadgeha Makeqanûnê (AYM) serbest hat berdan. Balbay piştî tev li "Meşa Edaletê" bû ji dîhaberê re axivî. Balbay diyar kir ku ev meş cewhera xwe ji 16'ê Nîsanê digire û bi 15'ê Tîrmehê ve girêdide, meşeke bi xêr a edaletê ye. ‘MEŞ EDALETÊ TEMSÎL DIKE’ Balbay meşa li Parka Guvenê ya Enqereyê destpêkir, wekî "Meşeke Edaletê" pênase kir û got ku her gava ku diçe dê berfireh bibe û wiha axivî: "Di hilbijartin, dadgeh, ezmûn û saziyên dewletê de edalet tê xwestin. Ev meşa heqîqetê dê gav bi gav li hemû beşên civakê belav bibe." Balbay bang li hemû beşên civakê jî kir û got ku "Di serê kê de pirsnîşanek hebe, divê zelal bike" û da zamîn ku ew vê meşa edaletê ji bo wekîlên HDP'ê jî pêk tînin û wiha pê de çû: "Di navbera wekîlên girtî de cudahî tune. Dê cudahiyeke wiha çawa bê kirin. Em vê meşê ji bo vê dikin. Ji xwe dê ev li pênaseya edaletê neyê." ‘DÊ RUHÊ MEŞÊ BIRÎNDAR BIKE’ Balbay der barê nîqaşên "Dê meş heta Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê li gel Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş biçe an na" de jî ev tişt anî ziman: "Hevbeşiyeke pir xweş pêk hatiye. Ji hêlekê ve hêviyên Edîrneyê hatiye Stenbolê. Hêviyên Enqereyê hatine Stenbolê. Heke em bikevin nav kategoriyeke wekî em biçin wir an neçin wir, em ê ruhê vê meşê birîndar bikin." Balbay der barê daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî de jî axivî û axaftinên Bahçelî wekî provakasyon pênase kir û aşkera kir ku divê her kes li dijî van kesan balda be. Balbal destnîşan kir ku tişta dikeve ser milê wan, divê her kes vê hevkariyê bi hêz bike û aşkera kir ku dê ev yek ji bo hikumetê bibe hişyariyeke cidî. Balbay tevlêbûna HDP'ê ya li Kandirayê jî wekî gaveke erênî nirxand û da zanîn ku "Em dê bimeşin, dê desthilatdarî li gorî wê pozîsyona xwe biguherîne." Balbay derbirî ku heke wekîlek hatibe hilbijartin, divê peywira xwe bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heke hûn wekîlekî hatiye hilbijartin bigirin, dê ev yek mafê kesên ew wekîl hilbijartine binpê bike."