Zemîna Edaletê: Meş ji bo her kesî ezmûn e 2017-06-26 10:46:11 STENBOL - Zemîna Edaletê, diyar kir ku CHP'ê 7 mehin bertek nîşanî Demirtaş ê di girtîgehê de ye neda û hêj nû fêr bû ku edalet ji bo her kesî lazim e. Zemîna Edaletê anî ziman ku ev hewldan ji bo welat xêr e û wiha got: "Ev meş ji bo her kesî ezmûna demokratîkbûnê ye. " Zemîna Edaletê têkildarî meşa Edaletê bi ser navê “Ji Demokrasiyê re Erê, Ji Edaletê re Erê" daxuyaniyek nivîskî weşand. Zemîna Edaletê diyar kir ku maf û edalet li ser berjewendiyên îktîdarê pêş nakeve û wiha got: "Ji bo pêşketina demokratîk divê hewldan hebe. em wekî Zemina Edaletê Meşa Edaletê ya Kemal Kiliçdaroglu ya ji Enqere ber bi Stenbolê ve girîng dibînin û piştgiriyê didin. CHP'ê heta niha bertek nîşanî girtina Demirtaş ê 7 mehin di girtîgehê de ye nedît. Dawiya dawî fêr bû ku edalet ji bo her kesî lazim e. Ev dîtin û fêrbûn girîng e. Em hêvî dikin ku ev dê bibe ezmûna demokratîkbûnê û ji bo welat bibe gavek bi xêr." Edaleta Zemînê bang li her kesî kir ku beşdarî Meşa Edaletê bibin û anî ziman ku Edalet ji bo her kesî lazim e.