Armanca Barzanî ne serxwebûn e 2017-06-26 11:03:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Mihyedîn Melko di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser referandûma li başûrê Kurdistanê û aşkera kir ku rêveberiya PDK’ê ji bo hilbijartinên pêşwext dixwaze encamên referandûmê wek çekeke siyasî bi kar bîne." Melko got ku hêzên siyasî yên kurdistanî alîgirên serxwebûnê ne, divê bi vê lîstikê nexapin. Nivîskarê kurd Melko aşkera kir ku armanca Barzanî ne serxwebûn e û piştrast kir ku bi pêşengiya PDK û Barzanî nîqaşa referandûma serxwebûnê hat destpêkirin û her wekî ku ev nîqaş ji dil û rast e, gelek hêz û tevgerên siyasî yên kurd jî bi awayekî tev li vê rojevê bûn. Melko destnîşan kir ku lê beriya her tiştî divê rastiya siyasî ya desthilatdariya PDK’ê û Barzanî bê fêmkirin da ku rewşa heyî rast bê analîzkirin û wiha pê de çû: "Desthilatdariya PDK’ê û Barzanî di tengavtirîn dema xwe ya siyasî de ev nîqaş da destpêkirin û mijara referandûma serxwebûnê ji bo rewşa xwe ya kambax kir amûrê bêhnfirehiyê." Melko got ku "Tê gotin ku PDK alîgira serxwebûnê ye û Barzanî jî dixwaze di bin alaya Kurdistana Serbixwe de nefesa xwe ya dawîn bide." Berdewama nivîsa Mihyedîn Melko wiha ye: "Gelo bi rastî jî PDK û Barzanî dixwazin serxwebûnê ragihînin? Pirsa jiyanî ev e û bersiv jê re divê. Hemû daneyên heyî nîşan didin ku PDK û Barzanî ne alîgir in ku serxwebûnê ragihînin. Tiştê xuya ew e ku referandûmê ango dengdanê ji bo nûkirina hêza xwe ya siyasî dixwazin bi kar bînin. Çima? Em lê binêrin… Dev ji Kongreya Neweteyî û yekitiya siyasî ya hemû hêzên kurdistanî berdin, hin seytereyên parastinê yên PDK û YNK’ê nebûne yek û hêza leşkerî û siyasî li du navendan (Silêmanî û Hewlêr) bi cih bûye. Ew dubendî di hemû qadên jiyanê de jî xwe dide nîşan. Dubendiya siyasî tiştekî pir normal û xwezayî ye. Lê dubendiya di warê leşkerî, aborî, perwerde, dîplomasî û îstîxbarî de xetereyeke mezin e li pêşiya îlankirina serxwebûna başûrê Kurdistanê. PDK û Barzanî li derveyî xwe û yên girêdayî xwe tu hêzên muxalîf qebûl nakin. Wan mîna neyaran dîbine û diavêje derveyî mekanîzmayên rêveberiyê. Bi van polîtîkayên xwe pêşî li ber sazûmaniya ku bibe bingeha dewletbûnê jî digire. Nahêle ku pergaleke demokratîk li başûrê Kurdistanê rûne. Di rewşeke aloz de ku duserîtî di navbera pergala rêveberiyê de heye, her wiha di demeke ku gelek hêzên siyasî li derveyî nîqaşan tên hiştin de ne pêkan e ku serxwebûn bê îlankirin. Heke bê îlankirin jî ne mimkun e ku ew pergala serbixwe bê parastin. KNK niha li başûrê Kurdistanê pêşengiya nîqaşên Kongreya Neteweyî dike. PDK û Barzanî li hemberî van xebatan bê deng in. Heta ku PDK û Barzanî der barê lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de gav neavêjin û niyeta xwe kifş nekin, divê tu hêzên kurd û kurdistanî nekevin dû siyaseta wê ya rojane ku referandumê jê re dike palgeh. Di rewşa heyî de lihevkirina siyasî li başûrê Kurdistanê ne pekan e. Ji bo lihevkirinê hewcehî bi siyaseteke milî û yekitiyeke neteweyî heye. Ji ber ku armanca îlannekirina serxwebûnê ye, PDK li ber vê yekê nayê. Wekî serokê Iraqê Heyder Ebadî jî got; ‘Armanca referandûmê ne îlankirina serxwebûnê ye.’ Rewş pir diyar e; PDK li dijî serxwebûnê ye û ji bo vê yekê jî li dijî yekitiya neteweyî ye. Rêveberiya PDK’ê ji bo hilbijartinên pêşwext dixwaze encamên referandûmê wek çekeke siyasî bi kar bîne. Lewre jî lazim e hêzên siyasî yên kurdistanî ku bi rastî alîgirên serxwebûnê ne, bi vê lîstikê nexapin. Divê nebin şirîkên xapandina gelê Başûr."