Kiliçdaroglu: Beriya Berberoglu bê girtin kawîş amade kirin 2017-06-26 11:21:22 BOLU - Meşa Edaletê di roja 12’an de li Boluyê didome. Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, di destpêka meşa îro de wiha got: "Beriya Enis Berberoglu bê girtin kawîşa wî amade kirin. Dayikên Aştiyê jî tev li meşa îro bûn. Meşa Edaletê ya ji Enqere ber bi Stenbolê ve di Roja 12'an de didome. Meşê îro li Boluyê dest pê kir. Di derketina Bolu de bi tevlêbûna hezaran û Dayikên Aştiyê meşê dest pê kir. Di saetên serê sibê de bi hezaran kes li parkê kom bûn û piştî daxuyaniyê dest bi meşa edaletê kirin. Beriya meşê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, diyar kir ku beriya Wekîlê CHP'ê yê Stenbolê Enis Berberoglu bê girtin kawişa wî hat amadekirin û wiha got: "Me agahî girt ku beriya biryara girtinê bê dayîn kawîş hatiye amadekirin. Ev nîşan dide ku beriya Berberoglu derkeve pêşberî dadgehê biryara girtinê hatiye dayîn. Ev nîşan dide ku êdî daraz bûye perçeyekî siyasetê û ne serbixwe ye. Bifikirin beriya girtinê li Girtigeha Maltepe ode hat amadekirin. Ev nîşan dide ku girtina Berberoglu berê tê zanîn. Diyar e berî derkeve pêşberî dadgehê dê rastî çiqas ceza bê. Em ji bo Edaletê di roja 12'an de rêya xwe berdewam dikin. DAYIKÊN AŞTIYÊ TEV LI MEŞÊ BÛN Piştî daxuyani hat dayîn, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî tev li meşê bûn. Tevî dayikên Aştiyê yên Stenbolê bi hezaran welatî amade bûn. Komê di meşê de bê navber siloganên "Heq, Hiqûq û Edalet" berz kirin û pankarta "Edalet" rakirin. Meş li perê Çiyayê Boluyê didome.