Leşkeran 'Şehîdgeha Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed' rûxand 2017-06-26 11:37:06 AMED - Leşkerên derketin operasyonê "Şehîdgeha Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed" ya li navçeya Licê rûxand. "Şehîdgeha Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed" a gerîlayên HPG'ê ya li nêzî gundê Sîsê ya navçeya Licê ya Amedê ye, gelek caran bûbû hedefa leşkeran. Herî dawî leşkerên ku derketin operasyonê goristan rûxand. Malbatên bi minasebeta Cejna Remezanê çûn serdaga goristanê, dîtin ku kêlên gorên gerîlayan hatine şikandin û li ser rêyan xendek hatine kolan. Her wiha êrîşa leşkeran bi vê jî sînor nema, leşkeran 2 konteynirên ku mêvan lê radiwestiyan jî şewitandin. Malbatan ev êrîşa hovane lanet kir û kêlên goran sererast kirin û piştî diayan ji goristanê veqetiyan.