CHP: Em HDP’ê di nava xwe de dixwazin 2017-06-26 13:56:47 ENQERE - Ji ber polîtîkaya şer a AKP û MHP'ê, HDP'ê bi wan re cejin pîroz ne kir, serlêdanên CHP, DSP û Partiya Saadetê qebûl kir. Heyeta CHP'ê di serdanê de der barê Meşa Edaletê û girtina wekîlan de nîşaş meşand û xwest HDP di meşê de cih bigire. Bi minasebeta cejnê serlêdanên partiyên siyasî berdewam dikin, ji ber polîtîkaya şer a AKP û MHP'ê, HDP'ê cejina van partiyan pîroz nekir, serlêdanên CHP, DSP û Partiya Saadetê qebûl kir. Di serdana partiyan de Wekîlê HDP'ê Nîmetullah Erdogmuş, Endamê Meclisa Partiyê Kemal Bulbul û Leman Kîraz amade bûn û heyetên partiyan pêşwazî kirin. Di heyeta CHP'ê de Wekîlê Îzmîre Kamîl Okyay Sindir, endama MYK'ê Suzan Şahîn Dudu û Kemal Gunerî, di heyeta DSP'ê de Alîkarê Serokê Giştî Ûhsan Feyzîbeyoglu, endama Meclisa Partiyê Nursel Kizilirmak û Hîkmet Aydemîr, ji heyeta Partiya Saadetê Alîkarê Serokê Giştî Atîk Agadag û Fatîh Beyzit cih girtin. HDP: HATINA GEL HEV GIRÎNG E Erdogmuşê HDP'î aşkera kir ku pirsgirêkên me yên civakî veguherîn krîz û kaosê û di demeke wiha de çav û guhên gel li partiyan e û wiha axivî: "Di demeke wiha de hatina gel hev gelekî girîng e." Erdogmuş bal kişand ser Meşa Edaletê jî û got ku "Partiya we xeteke fîlî daye destpêkirin" û wiha pê de çû: "Em vê dişopînin û piştgiriyê didinê." CHP'Ê WEKÎLÊN GIRTÎ SILAV KIR Kamîl Okyay Sindir ê CHP'î jî da zanîn ku wan silavên Kiliçdaroglu ji wan re aniye û aşkera kir ku ew ji wekîlên HDP'ê re azadiyê dixwazin û bang li HDP'ê kir ku piştgiriyê bide meşa edaletê.