Baydemîr: HDP 2 salin ji bo edaletê dimeşe 2017-06-26 14:35:56 RIHA - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, di bernameya pîrozbahiya cejnê de axivî û diyar kir ku HDP 2 salin ji bo wekhevî, edalet,. azadî û demokrasiyê dimeşe. Rêxistdina HDP'ê ya Rihayê bi minasebeta Cejna Remezanê li avahiya HDP'ê ya Rihayê bernameya pîrozbahiya cejnê pêk anî. Di bernameyê de Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir û parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Dilek Ocalan û ÎBrahîm Ayhan û gelek welatî amade bûn. Di bernameya cejnê de Baydemir, di serî de Cejna Dayikên Aştiyê, hevserokên HDP'ê yên girtî Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û hemû hevşaredarên girtî pîroz kir. YÊN TOVÊ AŞTIYÊ LI SER VÊ AXÊ ÇAND ÎRO TECRÎDKIRIYE Baydemîr, bal kişand ser hewldana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê û wiha got: "Cejna Birêz Ocalan ê xeta aştiyê li ser vê axê çand û îro di bin tecrîdê de ye jî pîroz be. Em di pêvajoya Rewşa Awarte" re derbas dibin. Di vê pêvajoyê de hiqûq, edalet û mafê mirovan hatiye rawestandin. Demîrtaş Yuksekdag nêzî 240 rojin girtî ye û li benda edaletê ne. 2 salin wekîlên me li benda edaletê ne. Em carek din bang li Dadgeha Qanûna Bingehîn dikin. Em dibêjin edaleta derengmayî ne edalet e. Em dixwazin Dadgeha Qanûna Bingehîn li biryarên xwe xwedî derkevin. " Baydemîr, anî ziman ku edalet ji bo her kesî lazim e û wiha got: "Dadger û dozgerên ku îro mirovan digirin jî dê rojekê pêdiviya wan ji edaletê çê bibe. Yên hevserokên me girtin dê rojekê pêdiviya wan ji edaletê çêbibe. Ew jî dê rojekê bêjin serdestiya hiqûqê. Pirsgirêka kurd pirsgirêka 80 salan e. Niha em disa li şert û mercên salên 1990'an vedigerin. Îro bi OHAL û KHK'ê ked û nanê mirovan ji destê wan tê girtin. Karê mirovan ji destê wan tê girtin. Ji ber ked, kar û nanê mirovan ji destê wan derdixin mirov bedena xwe didin ber mirinê û dikevin greva birçîbûnê. Sedema hemûyan pirsgirêka kurd e. Divê êdî dest ji dijminantiya kurdan berdin." Baydemîr, destîşan kir ku di salên 1990'an de mirov rastî îşkence û kuştinê dihatin û niha her tişt dubare dibe. Baydemir, anî ziman ku niha tiştên pêş dikevin sûcê mirovahiyê ye û wiha got: "Hovîtiya li Jêrzemînên Cizirê pêk hat sûcê mirovahiyê bû. HDP du salin ji bo edalet, aştî, wekhevî û azadiyê dimeşe. Di vê meşê de tu carî gelê em em bi tenê nehiştin. Em jî dê edalet û azadiyê diyarî wan bikin."