Nobeta li Maçka veguhestin Maltepeyê 2017-06-26 15:01:46 STENBOL - Nobeta Edaletê 12 rojin li Parka Demokrasî ya Maçkayê tê girtin, dê veguhezînin pêş Girtîgeha Maltepe ya ku Enîs Berberoglu lê girtîye. Nobeta Edaletê ku ji Enqere ber bi Stenbolê ve hatibu destpêkirin bi meşa girseyî li Boluyê didome. Nobeta Edaletê ya li Parka Demokrasî ya Maşka jî didome. Nobeta Edaletê ku 12 rojin li Parkê didome hat diyar kirin ku dê veguhezînin pêş Girtîgeha Maltepe. Hat zanin ku ji niha û şûnde dê li pêş Girtîgeha Maltepe ku wekîlê CHP'ê yê stenbolê Enis Berberoglu lê girtiyê Nobeta Edaletê bidome.