Qadên bêhnê bistîne jî neman 2017-06-27 09:08:09 STENBOL - Nifûsa Stenbolê 14 milyon derbas kir. Her der dibe beton û her roj înşaetên mezin ber bi ezmanan ve bilind dibin. Endezyar Kubra Ayçiçek, diyar kir ku her roj telefonên glî ji wan re tê û wiha got: "Ji ber înşaetên zêde her roj mirov gilî dikin. Tevi ku peravên li Stenbolê dirêj in jî êdî cihê înşaetan li peravan jî nemaye. Êdî cihê mirov lê nefesê bistine jî nemaye. Nifûsa Stenbolê gihişt 14 milyon. Li ser navê "Veguhestina Bajarvaniyê xaniyên mustaqîl, avahiyên 6-7 qat nên rûşandin û li şûna wan balexan tên avakirin. Her derê stenbolê dibe avahi û b hezaran inşaet tê avakirin. Park û baxçeyên ku mirov bêhna xwe lê bistîne jî tune dibe. Ji ber vê yekê welatî bêzar in. Endama TMMOB'ê û Endama Endezyara Derdorê Endezyar Kubra Ayçiçek, diyar kir ku her roj telefonên glî ji wan re tê û wiha got: "Ji ber înşaetên zêde her roj mirov gilî dikin. Tevi ku peravên li Stenbolê dirêj in jî êdî cihê înşaetan li peravan jî nemaye. Êdî cihê mirov lê nefesê bistine jî nemaye. Ayçiçek, anî ziman ku Stenbol bûye wekî şantiyeye pir mezin û her roj înşaet tên avakirin." Ayçîçek, anî ziman ku her roj li çar aliyên Stenbolê balaxaneyên bilind diçin ezmanan û wiha axivî: "Ev avahiyen bilind rêya ba jî digirin. Ji ber rê li pêş ba jî tê girtin destûr nade ku bajar bêhna xwe bistine. Hemu korîdorên ba ten girtin û mirov nikare bêhnê bistîne. Projeya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya Kabataş Marti ku li ser navê "Başkirinê" pêş xistiye, Xeta Perava Bebek bi projeya Berava Haliçê dadigire û rê li pêş qaden nefesê digire. Hemu peravên kumirov tên lê bêhne distinin tev dibin avahî û îşnaet û cîhê mirov lê bêhnê bistinin namîne. Der barê van projeyan de dozên betalkirinê didomin. Êdî welatiyen ji dûr tên kêleka peravê nikarin park û qadek vala bibînin û bêhna xwe bidin. RÎSKA ERDHEJÊ ZEDEYE Endezyar Kubra Ayçiçek, anî ziman ku Stenbol bajarê erdhejê ye û li gel vê eykê bi taybetî ji ber avahî bê plan tên avakirin, navendên Bazirganiyê (AVM) û balaxan bê plan ten avakirin riskê zêde dike. Ayçiçek, anî ziman ku li gori standarten Ewropa divê serê şexsekî ji sedi 9 qada kesk hebe û wiha got: "Li gorî lêkolînen me sere şexs ji sedi 6 ye. Lê li gorî lekolînên Ewropa serê şexs ji sedî 2 ye. Ayçiçek, anî ziman ku ji ber bajar be plan mezin dibe rê li pêş herikina hewayê digire û hewa bajar bêtir qirej dibe. Endezyar Ayçîçek, destnişan kir ku yek ji sedemen heri mezin a qirêjbuna hewayê girtina rêya koridorên ba û hewayê nin. ÇARESERÎ Ayçiçek, destnişan kir ku wekî Endezyaren Derdorê ji bo çareseriyê pêşnişar dikin ku beri her tiştî rêveberên bajar pîvan û rêgezên bajarvaniyê û mimarê esas bigirin û wiha got: "Divê reveberên bajar li gorî pîvanên zanisti û gerdûnî projeyan amade bikin. Divê bajar ne ber bi Bakur, ber bi rojhilat ve mezin bibe. Dive re li xerakirina nexşeya dirokî ya bajar venekin. Dive proje ne îktîsadî bin. Divê proje ekolojîk bin. Welatî i li dijî vê rewşê bi bertekin. Xwendekarê Radyo TV Burak Bakî, welatî Ali Uyanik, Ozge Taş (20) û Nisa Nurbinetoglu (17) diyar kirin ku êdi darek li bin siya wê rûnên û peravek lê bimeşin nemay û nikarin bêhnê bistînin.