Jin: Heta tecrîda li Îmralî hebe dê kaos ji hebe 2017-06-27 09:09:37 STENBOL – Jinên li Stenbole dijîn, tekildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku heta tecrida li ser Ocalan bidome dê kaos ji bidome. Jinan anîn ziman ku heta Ocalan azad nebe aştî û azadî nayê ser vê axê. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û şûnde bi tena serê xwe di hucreya yek kesî de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin. Herî dawî birayê Ocalan Mehmet Ocalan di 11'ê Îlona 2016'an de çû Îmraliyê birayê xwe Ocalan ziyaret kir. Ji 11'ê Îlona 2017'an heta niha tu agahî nayên girtin. Jinên li Stenbolê bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan tê meşandin û xwestin tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Jinan diyar kir ku Ocalan temînata aştiyê ye û ger Ocalan azad bibe dê çareserî pêş bikeve û krîz çareser bibe. ‘HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE KAOS XELAS NABE' Elif Zorlu, diyar kir ku ji ber tecrîda li ser Ocalan giran bû şer jî giran bû û wiha got: “Brêz Ocalan gelê kurd ê hatibû tinekirin û wêdekirin hişyar kir, bi rexistin kir û hebûna wî ava kir. Me bi xêra Ocalan têkoşîn nas kir. Divê Ocalan azad bibe." Jina bi navê Melek Îlbars Tan jî anî ziman ku di şexsê Ocalan de gelê Kurd tê tecrîdkirin û wiha got: "Tecrîd dê bi têkoşîna jinan bişkê. Em bang li jinan dikin ku ji bo azadiya Ocalan kampanyayek nû bidin destpêkirin. Heta tecrîda li ser Ocalan bidome dê kaos jî bidome. Heta Ocalan azad nebe kaos jî xelas nabe û heta kaos xelas nebe jî kuştin dê bidome û hêsirê dayikan dê biherike." DIVÊ OCALAN AZAD BE Hasibe Kiliç jî ani ziman ku divê Ocalan azad be û wiha got: "Ocalan nûnerê gelekî ye. Heta ew azad nebe tu kes azad nabe. Em dixwazin demek berî demekê Ocalan azad bibe." Ayşe Candan jî xwest Ocalan azad bibe û wiha got: "Heta niha bi serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Ev li dijî mirovahiyê ye. Ger ku Rêberê me azad bibe dê aştî pêş bikeve û xwin nerije. Sedema ku Tirkiye ew qas xerab dibe tecrîd û girtina Ocalan e. Divê Ocalan azad bibe."