MEB çapemeniya muxalîf sansûr dike 2017-06-27 10:11:08 ENQERE - Piştî BTK'ê di çarçoveya "Ewlehiya înternetê" de Wezîrê Parwerdê yê Neteweyî ajansa Dîhaber ê jî di nav de, gelek sîteyên nûçeyan sansûr dike. Piştî pêkanînên Saziya Ragihandin û Agahdariya Teknolojiyê (BTK) astengiyên ragihandinê yên li ser sîteyên nûçe û rojnameyan, Wezîrê Perwerdê yê Neteweyî (MEB) jî bû hevkarê van pêkanîn û gelek sîteyên nûçeyhan sansûr dike. MEB a ku bi pêkanên xwe yên sansûrê yên li ser çapemeniya mûxalîf tê zanîn, di saziyên bi wê ve girêdayî de, li gel polîtikayên cudaxwaz, di serî de Yenî Akît, mirov dikare bi rehetî xwe bigihîne sîteyên alîgirên desthilatdaran. Di heman demê de mirov nikare bikeve hîn sîteyên sendîkayên perwerdê yên di bûnya MEB'ê tên birêxistin kirin. MEB Û GIRTÎGEH HEMAN IN Di gelek otelên di bin kontrola MEB'ê yên ji bo xizmetê ku xwendekar têde hatine bi cih kirin de, di lîsteya televîzyonên van otelan de tenê kanalên girêdayî desthilatdariyê hene. Listeya kanalên televîzyonên MEB, ji listeyên televîzyonên di girtîgehan de hatine amadekirin de ne cudaye. POLÎTÎKAYÊN ASTENG KIRINÊ Li Otela Pêkanînên Pişeyî ya Bilind a Ayşe Bezcî ku li Kizilcahamamê di bûnya MEB'ê de xizmet dide, der barê sîteyên çapemeniya muxalîf ve tê ragihandin ku "Li gorî pêdiviya polîtîkayên ewlehiya ragihandina înternê ya Wezîrê Perwerdê ya Neteweyî, ji aliyê erka ewlehiyê ya sazîbûyîna A.Ş Turk Telekomê ve, ev sîte ji ragihandire hatiye asteng kirin."