Li ber girtîgeha Wanê cejin 2017-06-27 13:33:26 WAN - Rêxistinên HDP û DBP'ê bi boneya pîroz kirina cejnê, li ber girtîgeha Wanê bi xizmên girtiyên siyasî re hatin gel hev. Rêveberên rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmî ya Demokratîk (DBP) bi boneya Cejna Remezanê li ber Tîpa T a Girtîgeha Wanê bi xizmên girtiyên siyasî re hatin gel hev. Rêveberên saziyên ku ji aliyê KHK'ê ve hatin girtin, parlamenterên HDP'a Wanê Lezgîn Botan, Adem Geverî, Bedîa Ozgokçe Ertan û gelek welatî beşdarî pîrozbahiya cajenê bûn. Piştî pîrozbahiya cejnê, HDP'î derbasî avahiya bajêr bûn û bernameya xwe ya pîrozbahiyê domandin.