Rêyên diçin Kandira girtî ne 2017-06-27 13:58:56 ÎZMÎR - Rêveberên HDP'ê yên ji Îzmire xwestin biçin Girtîgeha Kandira ya Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag lê girtî ye, bi hinceta "Qedexe" ye rastî astengiyê hatin. Koma HDP’iyan ji aliyê polîsan ve hat asteng kirin û otobusa wan hat girêdan. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca li ber girtîgeha Kandira ya Hevseroka Gişti ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag lê girtî ye daxuyaniyê bide ber bi Kandira ve katin rê. Rêveberên HDP'ê yên li ber avahiyê kom bûn û xwestin biçin Kandira ji aliyê polîsan ve hat girêdan û destûr neda otobus wan bibe Kandira. Polîsan der barê HDP'iyan de girtek girt û diyar kir ku biryara Walîtiyê heye û destûr tune ku biçin Girtîgeha Kandirayê. LI TEVAHIYA BAJAR ROJEKÊ JI BO HDP'Ê QEDEXE Di girteka polîsan de hat diyar kirin ku ji bo HDP'ê li hemû dera bajar qedexe hatiye îlankirin û wiha hat gotin: "Li gorî hêjmar 2935 a Zagna OHAL'ê bi biryara 28/03/2017 - 6582'an a Walîtiyê hemû meşên li nava bajar hatine qedexekirin. Ji ber vê yekê hemû meş û çalakiyên ji aliyê HDP'a bajar ve hatibin amadekirin bên kirin dê li gorî zagonê der barê wan de karê zagonî bê kirin. Rêveberên HDP'ê yên rastî astengiyê hatin xwestin biçin Garaja Otobusan û xwestin bi otobusan biçin Kandira. Rêveberên HDP'ê bi hinceta cih tune destûr neda ku biçin.