Li Girtigeha Wanê pêkanînên 'Giştînameya veşartî' 2017-06-27 14:42:18 STENBOL - Girtiyê Tipa T a Wanê Husnu Aşkan diyar kir ku li girtîgehê di bin navê "Giştînameya veşartî" de hêjmara pêkanînên keyfî bê hed û hisabin û wiha got: "Rûmet û nirxên mirovan bin pêk dikin û weke ji girtîyan tolê hilînin, ji mafê mirovan bêpar dihêlin." Piştî îlan kirina OHAL'ê bêmafiyên keyfî yên li girtîgehan pir zêdebûne û her ku diçe mezintir dibin. Husnu Aşkan ê li Tîpa T a Girtîgeha Wanê girtîye, li ser navê 17 girtiyan nameyek nivîsand û bal kişand ser bêmafiyên ku li girtîgehê dibînin. Aşkan anî ziman ku bi OHAL'ê re pêkûteyên li girtîgehan zêde bûne û wiha ragihand: "Bi biryara KHK'ê re bêhiqûqiyek mezin li girtîhan tê jiyîn. Rûmet û nirxên mirovan bin pêk dikin û weke ji girtiyan tolê hilînin ji mafê mirovan bê par dihêlin. 'MAFÊ ME YÊ JIYANÊ DI XETERIYÊ DE YE' Aşkan da xuya kirin ku li gel bêhiqûqiya tê kirin di bin navê "Giştînameya veşartî" de hêjmara pêkanînên keyfî bê hed û hisabin. Aşkan pirsgirêkên li girtîgehê dijîn wiha vegot: "Di hevdîtina malbatê ya vekirî de, li ser me tê ferz kirin ku em bê saet û kemer derkevin hevdîtinê. Dema ku em van pêkanînan qebûl nakin, vê carê hevdîtina me ya bi parêzeran re tê asteng kirin. Mafê jiyanê ligorî nomên hiqûqê yên gerdûnî ketine bin ewlekariyê. Lê li girtîgehê dibin navê "Giştînameya veşartî" de mafê me yê jiyanê dixin xeteriyê." 'MAFÊ JIYANÊ TÊ BIN PÊ KIRIN' Aşkan dest nîşan kir ku heya ew şopa tilî nedin wan sewqî nexweşxanê nakin û wiha pê de çû: "Ji bo vê yekê sedemên 'dibe ku leşker we bibin, li şûna we yekê din bînin' nîşan didin. Ev yek bi awayekê vekirî tê wateya 'neçin nexweşxanê û ew mafê we yê hûn herin nexweşxanê tuneye.' Di çûyîna dadgehan de jî ev yek li me tê ferz kirin. Ev mînak pêkanîna hovîtiya li girtîgahan çiqas dijware datîne holê. Nirxên pîroz ên mirovan bin pê dikin." Aşkan herî dayî got ku ewê serî li hemberî van bêmafiyan netewîn in û bang li raya giştî kir ku bêdeng nemîn in.