Soylu vê carê destekvanên Gulmen û Ozakça kirin hedef 2017-06-27 15:00:36 ENQERE - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, piştî Prof. Dr. Baskin Oran yê polîtîkayên li ser kurdan tê meşandin kir hedefa xwe vê carê rawşenbirên piştgirî dan Semih Ozakça û Nuriye Gulmen yên 111 rojin di çalakiya grevê dene kir hedefa xwe. 111 parêzer, rojnameger, rewşenbir û nivîskaran ji bo piştgiriyê bidin akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça yên 111 rojin di grevê dene daxuyaniyek hevpar dan û bang li dewletê kirin ku erk û berpirsiyariya xwe pêk bînin. Rewşenbir, nivîskar û akademîsyenan îlan da û bang li hikûmet û dewletê kirin ku daxwazên Nuriye Gulmen û Semih Ozakça pêk bê. Di îlanê de gotin Di biryarnameya OHAL'ê de 5 hezar akademisyen, 50 hezar mamoste û 10 hezar kedkaran hatin dûrxistin. Ji van kedkar, mamoste û akademîsyenan Ozakça û Gulmen tenê 2 kes in. Ji bo li mafên xwe geriyan hatin girtin. 111 rojin di çalakiya greva birçîbûnê dene. Em dixwazin mafê Nuriye û Semih jiyana xwe ji dest nedin û mafê wan bê dayîn. Ji bo edalet û demokrasiyê divê mafên wan bê dayîn. ROJNAMEGER Û REWŞENBIR BÛN HEDEF Piştî vê yekê Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu li ser hesabê Twitterê wiha got: "Îlana vê daxuyaniyê hamîliya 2 endamên rêxistina terorê ya DHKP-C'ê ye" û 111 rojnameger, rewşenbir û nivîskar kirin hedef.