'Li ser bûyerê girtin dê îstîsmaran zêdetir bike' 2016-12-07 15:09:07 AMED - Rêvebirên Navenda Jinê ya Jinwarê derbarê îstîsmara zayendî ya li dijî zaroka 11 salî G a Çinarê de diyar kirin ku gavên ji bo serdegirtina bûyerê tên avêtin dê îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan zêdetir bike. Li navçeya Çinara Amedê zaroka 11 salî G. rastî îstîsmara zayendî hat, zaroka wê û ew bi hevre hatin ragiritin, derbarê bûyerê de Navenda Jinê ya Jinwar ku di bin banê Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Çinarê de xebatên xwe didomîne civînek çapemeniyê li darxistin. Di civîna ku rêvebirên navendê jî tevlîbûne de Civaknas Umran Nar axivî. Nar diyar kir ku dewlet ji bo pêşî li îstîsmarên zayendî yên li dijî zarokan bigire tiştekî nake. Nar, da zanîn ku ligel ku li ser bûyera îstîsmara zayendî ya li dijî G. mehek derbas bûye jî ji tu saziyên fermî daxuyaniyek ne hatiye dayîn û wiha got: "Em ji ber dê îstîsmarên zayendî zêde bibin bifikarin. Her gava ji bo serdegirtina îstîsmara te avêtin dê bihêle ku zarok rastî îstîsmara zayendî bên. Em dixwazin bersûc di demek kinde bê dîtin û cezayê pêwîst jê re bê dayîn. Ji bû ev bûyer bê rûnîkirin, em ê şopdar bin û em ê têkoşîna wê bidomînin." Nar, di dawiyê derbarê îstîsmara zayendî ya li dijî G. de ji Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê Fatma Betul Sayan Kayan ev pirs pirsîn: * Agahiya we ji zaroka 11 salî ya rastî îstîsmara zayendî hatiye heye? * Derbarê vê bûyerê de lêpirsînek hatiye destpêkirin û pêvajoya hiqûqê hatiye destpêkirin? * Ligel ku me li dozgeriyê serlêdana sûc kiriye jî çima dozger dibêje agahiya min jê tune ye? * Ji bo çavdêriya sûdperestiya zaroka tiştek hatiye kirin? Yan bûyer ji nedîtî ve tê û tê xwestin li ser bûyerê de bê girtin? 07.12.2016 - 15:06:54