Malbatên Geziyê: Rojek dê edalet bê… 2017-06-27 15:32:26 DUZCE – Malbatên Geziyê di nav Meşa Edaletê de cihên xwe girtin. Malbatan diyar kir ku 4 sal in li edaletê digerin û gotin: “Em hêvî dikin ku dê rojek bê welêt. Me nedît lê wê rojek edalet bê.” Meşa Edaletê di roja 13’emîn de dewam dike. Kesên li Tirkiyê li edaletê digerin jî di nav meşê de cihê xwe girtin. Malbatên Geziyê yên ku ji sala 2013’an vir li edaletê digerin jî di nav refên meşê de ji bo edaletê dimeşin. Bav û dayikên Berkîn Elvan, Alî Îsmaîl Korkmaz, birayê Ethem Sarisuluk û dayika Ahmet Atakan tevlî meşê bûn. Malbatan ji bo edaletê bang li herkesî kirin ku xwedî li meşê derbikevin. Birayê Sarisuluk, Îkrar Sarisuluk destnîşan kir ku ew ji destpêka meşê ve destek didin meşê û got ku çalakiyên Geziyê ji bo Tirkiyê bûn mîlad. Sarisuluk da zanîn ku muxalefeta civakî ji çalakiyên Geziyê kêm ma û got ku di dawiyê de CHP jî daket kolanan. 'DIVÊ HETA BAJARÊN HATIN XERAKIRIN BIDOME’ Sarisuluk anî ziman ku pêwîste meş ji Edîrneyê heta Wanê li her deverî belav bibe û wiha got: “Çawa ku li Geziyê ruhek hevpar û yekîtî danîn holê divê di vê meşê de heman yekîtî û ruh derkeve holê. Ez hêvî dikim ku wê meş heta Edîrneyê bidome. Pişt re jî meş wê dirêjî heta bajarên hatin xerakirin û şewitandin." 'EDALET JI HERKESÎ GIRÎNG E’ Dayika Ahmet Atakan, Emsal Atakan jî bibîr xist ku 4 sal e di ser qetilkirina kurê wê de derbas bû hêj edalet pêk nehatiye û wiha axivî: “Hêj lêpirsînek jî venebû ye. Li gel ku kiryar diyar in jî lê 5 dozger hatin guhertin. Ji ber ku zarokên me edalet, aştî û azadiyê xwestin hatin kuştin. Edalet ji bo herkesî lazim û girîng e. Heta ku edalet pêk neyê aramî jî nayê. Divê demildest em edaletê bînin.” 'EDALET JI BO WAN JÎ LAZIM E’ Dayika Berkîn Elvan, Gulsum Elvan jî diyar kir ku 4 sal e ew li edaletê digerin û wiha domand: “Heke ev meş xelas bibe jî divê têkoşîna edaletê bi heman baweriyê dewam bike. Edalet ji bo wan jî lazim e.” 'EM LI EDALETÊ DIGERIN LÊ EM NABÎN IN’ Dayika Alî Îsmaîl Korkmaz, Emel Korkmaz jî ev tişt got: “Ez hêvîdarim ku dê rojek edalet were vî welatî. Min edalet nedît lê wê rojek bê. Ev 4 sal e em li edaletê digerin lê em edaletê nabîn in.”