'Budak şehîdê demokrasiyê ye’ 2017-06-27 15:51:58 ÎZMÎR – Ji bo Mustafa Budak ê ku di Qetliyama Enqereyê de birîndar bûbû û 20 meh şûnde jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de rêveberê YAK-DER’ê Kerem Ay axivî û diyar kir ku Budak cangoriyê dmokrasiyê ye. Ji bo Mustafa Budak ê ku di Qetliyam Enqereyê ya di 10’ê cotmeha 2015’an de birîndar bûbû û dihat dermankirin piştî 20 mehan şûn ve di 25’ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn. Mewlûd li ber mala Budak a li semta Esendere ya navçeya Karabaglar hat amadekirin û Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveber û endamên HDP, HDK, YAK-DER û gelek welatî tevlî bûn. Mewlûd bi kurdî hat xwendin û slogana “Şehît namirin” hat berzkirin. Di mewlûdê de rêveberê YAK-DER’ê Kerem Ay axivî û wiha got: “Hevalê me Mustafa Budak şehîdê demokrasiyê ye. Wî jî ji bo doza azadiya gelê kurd têkoşînê da meşandin. Berpirsê qetilkirina Budak û yên din AKP ye.”