Polîsan îşkence li Fuat kirin 2017-06-27 16:12:47 RIHA- Polîsan bi ser mala Fuat Yavuzer de girtin û îşkence lê kirin. Polîsan gotin "Fuat li ku ye" û li Fuat dan. Polîsên Tîmên Taybet du roj berê di saetên şevê de li Taxa Tilan a Naçeya Pirsusa Rihayê bi ser mala Fuat Yavuzer ê 21 salî de girtin. Polisan bi îşkenceyê Fuat binçavkirin. Malbatê diyar kir ku polîsan li ber çavên wan 3 saetan îşkence bi Yavuzer kirine. Malbatê anî ziman ku ji ber navê Feyat di nasnameyê de Fuat e polîsan işkence li Fuat kirine û xitine nava lêpirsînkê. Yavuzer li gel ku got "Ez Fuatim" jî tu fayde nakir. Malbatê anî ziman ku polîsan îşkence li lawê wan kiriye, ava ku vedixwarin bi serê Yavuzer de kirin. Polîsan piştî Fuat Yavuzer binçav kirin, birin TEM'ê ya Rihayê. Malbatê diyar kir ku Yavuzer nexweşe û tê dermankirin.